Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn? 2022-05-06 11:44:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji Rêveberiya Xweser a Şengalê ditirse û bi van gotinan bertek nîşan da: “Erê baş e dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?”  Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê kir. Bi êrişa Tirkiyeyê re hemwext, hêzên artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir. Artêşa Iraqê ku bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê dest bi êrişê kiribû, piştî berxwedana hêzên parastinê yên Şengalê û gel, neçar man ku xwe vekişînin. Hevserokê Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo têkildarî êrişên ser Şengalê û hevkariya PDK’ê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.    Silêman Hemo destnîşan kir ku Şengal ji bo kurdan û bi taybet jî bo civaka êzdî cihekî dîrokî û girîng e û wiha got: “Civaka êzdî gelek caran rastî qirkirinê hatin. Osmaniyan li dijî êzdiyan siyaseteke qirkirinê ya sîstematîk meşandin ku ji 74 fermanan 60 jê di dema osmaniyan de hatin kirin. Xwestin kurdan bi temamî qir bikin. Heman siyasetê îro dewleta tirk dimeşîne.”   ‘XELASIYA JI QIRKIRINAN BI XWEPARASTINÊ PÊKANE’   Bi domdarî Hemo bal kişand ser hêzên parastinê yên Şengalê û ev tişt anî ziman: “Avakirina hêzên parastina Şengalê pir girîng e. Van hêzan di rizgarkirina xaka di destê DAIŞ’ê de li kêleka hêzên kurd cih girtin û bi ser ketin. Di sala 2017'an de jî rêveberiya xweser ava kirin û bê qeyd û bend jiyan. Çavê hemû êzdiyan ma li Şengalê û ber bi Şengalê ve herikîn. Li gorî êzdiyan, xilasiya ji qirkirinan bi xweparastinê pêkan e ne bi girêdayîbûna bi aliyên din re.”   ‘PDK REVIYA’    Di berdewamê Hemo da zanîn ku di sala 2014’an de dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, 12 hezar endamên PDK’ê ji Şengalê reviyane û wiha pê de çû: “Xelkê êzdî bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Êzdiyan jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin. Niha bi dehhezaran şervanên wan hene. Vê hêzê DAIŞ têk bir û Şengalê ji êrişan diparêze.”    ‘IRAQ LI DIJÎ QANÛNAN TEVDIGERE’   Hemo têkildarî hewldanên dawî yên hikûmeta Iraqê jî ev nirxandin kir: “Ev liv û tevger berevajî destûra Iraqê ye. Li gorî destûra Iraqê û parlamentoya Iraqê, Şengal dikare xwe bispêre hêza xwe ya leşkerî û rêveberiya xwe ya xweser û hebûna êzdiyan biparêze. Hikûmeta Iraqê niha hewl dide xwe li cihên ku bo berjewendiyên DAIŞ’ê xwe jê vekişandibû dîsa bi cih bike. Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?” Ji van tevgeran mirov fêm dike ku ji projeya rêveberiya xweser ditirsin. Hêzên parastinê yên Şengalê di serkeftinê de xwe îspat kirine.”   ‘DIXWAZIN ŞENGALÊ JI ROJAVA QUT BIKIN’   Herî dawî jî Silêman Hemo ev tişt anî ziman: “Dîwarê di navbera Şengal û Rojava de jixwe niyêta Iraqê dide der. Bi vê yekê hebûna êzdiyan hedef digirin, dixwazin projeya demokratîk dorpêç bikin û têkiliya di navbera Rojava û Şengalê de qut bikin. Ev karekî dijminane ye. Em baş dizanin ku ev plana dewleta tirk e. Dê ev dîwar di demên pêş de bandorê li têkiliyên di navbera hêzên kurd û Iraqê de bike. Ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê yên li ser kurdên êzdî yên Şengalê nas nekirine. Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Iraq jî endamê wê ye, qirkirina êzdiyan nas nekir. Dixwazin bi vê yekê qirkirinên li ser Şengalê binixûmînin. Tu dadgehan berpirsên vê qirkirinê nedarizandin û tu rêxistinên hiqûqê neketine nava tevgerê.”