Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê 2022-05-06 11:08:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Êzdiyên ku piştî êrişan mecbûr man cih û warên xwe terk bikin, piştî artêşa Iraqê paş ve çû, tevî astengkirina PDK’ê vegeriyan Şengalê.    Di encama êrişên artêşa Iraqê yên bi piştgiriya PDK’ê û dewleta tirk ên di 18’ê Nîsanê de dane destpêkirin de gelek êzdî mecbûr man ku malên xwe bi terikînin û derbasî Herêma Kurdistana Federe bûn. Li gorî nûçeya Rojnewsê, piştî artêşa Iraqê li dijî berxwedana gel di 4’ê Gulanê de paş ve çû, gel vegeriya Şengalê. Êzdiyên ku PDK’ê dest danîn ser nasnameyên wan û vegera wan asteng kirin, tevî astengiyan vegeriyan malên xwe yên li herêma Dûgûr a Şengalê ku êrişên zêde li ser hebûn.