Li Stenbolê provakasyona li hemberî HDP'ê tê şermezarkirin 2022-05-05 18:12:25   STENBOL - HDP, SYKP, EHP, SODAP, Partiya Şoreşger û Kaldiraç bertek nîşanî êrişa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê dan û nal kişandin ser têkoşîna bi hev re.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê êrişa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê û heqaretên û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acara Başaranê şermezar kirin.    Di çalakiya şermezarkirinê de dowîzên li ser "Berxwedan jiyan e", "Jin, jiyan, azadî" nivîsandî hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên wekî "Heq, hiqûq, edalet dê bi HDP'ê re bên", "Bijî berxwedana HDP'ê" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Nûnerên SYKP, Partiya Şoreşger, EHP, SODAP û gelek partiyên siyasî yên din û parlementerên HDP'ê Zuleyha Gulum, Fîlîz Kerestecîoglû û Ereol Katircioglû û Hevserokaê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu jî di nav de gelek kes tevli çalakiyê bûn.    Beriya çalakiyê polîsan xwest daxuyaniya HDP'iyan asteng bikin. Encu bertek nîşanî polîsan da û ji wan xwest biryara "qedexeyê" nîşan bidin. Lê belê polîsan tu belgeyeke nivîskî nîşan nedan.    Girseyê jî bi çepik û tilîluyan rewşa heyî şermezar kirin.    Paşê Encu, axivî. Encu, diyar kir ku AKP-MHP xwedî feraseteke "faşîst" e û êrişa hatiye kirin jî berhema vê ferasetê ye. Encu, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên heya niha li hemberî HDP'ê hatine kirin û got: "Bi doza Kobanê nikaribûn HDP'ê bigirin, lê niha bi vê provakasyonê dixwazin çokê bi HDP'ê bidin şikandin."    BANG LI CHP'Ê KIR   Encu, diyar kir ku HDP serî li ber faşîzmê netewandiye û dê netewîne jî û got: "HDP, dê di têkoşîan heqîqetê de paş d egav neavêje. HDP dê heta dawiyê siyaseta demokratîk, aştî, edalet û azadiyê biparêze. HDP, dê faşîzmê têk bişikîne. Feraseta AKP-MHP'ê her diçe dihele. Niha jî dixwazin bi van êrişan ser bêhiqûqîtiyên xwe bigirin."    Encu, di axaftina xwe de îşaret bi CHP'ê jî kir û got: "Nebe şirîkê vî sûcî."    Piştî Encu, Hevseroka SYKP'ê ya Stenbolê Gulşenay Dalveren û Berdevka EHP'ê Ozge Akman axivîn. Akman, destnîşan kir ku AKP her ku ditengije êrişî HDP'ê dike û got: "Lê em ê êrişên wê yeko yeko pûç bikin."    ‘HÛN Ê BIREVIN'   Paşê li ser navê SODAP'ê Sevda Akdag, Berdevka Platforma Şaxên KESK'ê yên Stenbolê Ayfer Koçak û li ser navê Partiya Şoreşger jî Bûrcûgul Çûbûk axivî. Çûbûk, destnîşan kir ku HDP dengê hemû bindestan e. Çûbûk, bertek nîşanî heqareta li Başaranê hat kirin da û got: "Em ê wê faşîzma ku we pişta xwe spartiyê têk bişikînin. Hûn ê bi tirs terka van barîkatên ku we niha ew danîn bikin."    ‘HEDÊ XWE ZANIBIN'   Herî dawî Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum axivî. Gulum, destnîşan kir ku desthilat ji bo qiltixa xwe biparêze êrişê dibe ser HDP'ê. Gulum, bilêv kir ku HDP hêviya gel e û got: "Mêze bikin bê em çawa aştiyê û rojên ronî tînin vî welatî. Em ê bibînin bê ka çawa ev polîtîkayên we yên şer û dijminatiyê pûç dibin. Hûn nikarin hêviyên vî gelî proveke bikin. Bi taybetî jî têkoşîna jinan temaşe bikin. Hûn ê nikaribin kesî bizmar bikin. Em ew jin in ji kuçeyan, ji qadan hatine. Em bi salan e ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin û bedêlan didin. Ne hedê kesî ye ku rabe me bizmar bike. Hedê xwe zanibin."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Gulum, bertek nîşanî AKP'ê û êrişên wê dan û got, bibiryar in pêşeroj û azadiya gel bi hev re ava bikin. Gulum got: "Em bibiryar in ku welatekî ji kedwariyê xalî ava bikin. Em vê tevî hevrêyên xwe û dostên xwe bikin. Em baş dizanin bê rizgarî çi ye. Dê kes bi tenê nemîne. Em ê bi ser bikevin."    Çalakî bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.