Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt 2022-05-05 17:06:08   ŞIRNEX - Li gundê Reşmil ê bi ser navçeya Cizîrê ve hat îdiakirin ku ciwanekî xwe kuştiye.    Li gundê Reşmil ê bi ser navçeya Cizîra Şirnexê ve hat îdiakirin ku ciwanê bi navê T. C. ji ber sedemek nehat zanîn xwe kuştiye. Malbat pê hesiya ku lawê wan xwe kuştiye û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiyê cenaze li goristana gund hat veşartin.