PDK nahêle xelkê Şengalê vegere malên xwe 2022-05-05 16:44:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Şengalê ku ji ber êrişên artêşa Iraqê malên xwe terikandîn, dixwazin dîsa vegerin malên xwe lê PDK asteng dike.    Artêşa Iraqê di 1’ê gulanê de li dijî Şengalê êriş da destpêkirin. Ji ber êrişên artêşa Iraqê, gelek welatiyên êzdî neçar man ku malên xwe biterikînin û derbasî bajarên din ên Herêma Federal a Kurdistanê bibin. Li ser banga Yekîneyên Berxwadana Şengalê (YBŞ), welatiyan xwestin dîsa vegerin Şengalê. Lê belê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nahêle ku welatî vegerin.    Li gorî agahiyan, hêzên girêdayî PDK’ê dest danîn ser nasnameyan welatiyên êzdî û nahêlin ku biçin Şengalê.