Koma Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê daxuyanî da 2022-05-05 16:24:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Êzdiyan a li Parlementoya Iraqê têkildarî êrişên li ser Şengalê ragihand ku hemû peymanên têkildarî êzdiyan, bêyî tevlîbûna êzidiyan red dikin.   Serokê Koma Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê Nayif Xelef Sîdo îro têkildarî rewşa ewlehî ya Şengalê civîna çapemeniyê lidar xist û got: “Tişta ku niha êzidî pê re rûbirû dimînin bi jenosîdê pênase dikin. Ji bo tunekirina hemû nakokiyên li herêmên avakirî û misogerkirina parastina pekhateya êzdiyan zextên navnexweyî bikar tînin.”   Nayif Xelef Sîdo axaftina xwe wiha domand: “Em ditirsin ku lihevkirinek di nava hemû aliyan de ji bo dawî lê anîna hebûna pêkhateya êzdiyan li Iraqê were kirin. Daxwazê dikin ku danûstandinên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser çarenûsa herêmên êzdiyan werin rawestandin.”   Nayif Xelef Sîdo diyar kir ku hemû peymanên li ser êzdiyan ên bêyî êzdiyan red dikin û daxwaza avakirina hêzek yekgirtî ya êzidiyan kir.