Gunay: Bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis provakasyonan derdixin. 2022-05-05 15:18:21 ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, derbarê provakasyona polisan a li ber derê partiyan daxuyanî da û ev tişt got: "Kîjan dema ku em xurt bibin û ji gelên Tirkiyeyê re bibin hêvî faşîzma AKP-MHP'ê bi çeteyên tarî re dibe yek û bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis li dijî partiya me provakasyonan derdixin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bi beşdariya parlamenteran, li Navenda Giştî ya HDP'ê derbarê provakasyona polisan a li ber derê partiyan û avahiya wan dorpêç kirin de daxuyanî da. Endamên Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) Meclisa Partiyê (PM) û Meclisa Jinan û nûnerên partiyên pêkhateyên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn.    'XWESTIN PROVAKASYONÊ DERXIN ASTA HERÎ BILIND'   Gunay, diyar kir ku partiya wan careke din bi provakasyonekê re rû bi rû ye û wiha got: "We tevan pêvajoya vê sibehê şopand. Demeke dirêj e li dijî partiya me hewldanên provakasyonê hene. Berî vê li Amed û Wanê ceribandin. Lİ tu cihê bi ser neketin. Êdî provakasyonê derxistin asteke din û hatin pêşiya navenda partiya me û polisên di bin fermana wezîrê karên sûc hewl dan provakasyonekê derbixin. Beriya dema ku kuştina rêvehevala me Denîz Poyraz jî xwestibûn provakasyonek wiha bikin. Bila kes nebêje, 'Em li maf digerin, em malbat in'. Hemû jî hewldanên provakasyonên astengkirina xebatên siyasî yên wezareta karên sûc, desthilata AKP'ê ne. Polisên ku roja Denîz Poyraz hat kuştin wê û partiya me neparastin, îro 3 provakatoran diparêzin û êrişî partiya me kirin. Li xebatkarên me dane û wan birîndar kirine."   'BILA POLISÊN DI FERMANA WEZÎRÊ KARÊN SÛC DE BÊN GIRTIN'   Di berdewama axaftina xwe de Gunay, ev tişt gotin: "Polîsên di tîpên kujeran de ku di bin fermana wezîrê karên sûc de ne li navenda Enqerê bi hêza ku ji serokên mafyayan digirin êrişî berdevka meclisa me ya jinan kirine û gef li xwarine. Ev bêtehemûliya desthilatê ya li partiye me û jinan e. Ev ji vir pirs dikin ev kujerê ku xwe weke polîs daye nasîn kê ye? Divê demildest ji peywirê bê girtin û pê re bê girtin. Hed û mafê ku ji parlamenterekê re bibêje, 'Ez ê te bizmar bikim' û gef bixwe ji kuder digire. Em dizanin ji kuder digire. Lewre mesî ji serî ve bîn dide. Wezîrê karên sûc ku wêneyên xwe bi mafya, kujer û sûcdaran re dikişîne hed û mafê her cûre sûckirine dide kesên di bin fermana xwe de.   'ÇETEYÊN TARÎ PROVAKASYONAN DERDIXIN'   Bila bizanibin ku wê nikaribin xebatên siyasî yên HDP'ê asteng bikin. Kîjan dema ku em xurt bibin û ji gelên Tirkiyeyê re bibin hêvî faşîzma AKP-MHP'ê bi çeteyên tarî re dibe yek û bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis li dijî partiya me provakasyonan derdixin. Em ê bi hêza ku me paşerojê girtiye têk neçin. Em ê di her şertî de HDP'ê biparêzin.    BANGA LI SEROKÊ MECLISÊ ŞENTOP   Banga me li Serokê Meclisê Mûstafa Şentop; ji polîsên ku li navenda Enqerê gefa kuştinê li parlamenterekê dixwe hesab bipirsin. Kujerê ku xwe weke polîs dide nasîn demildest bigirin û hesap jê bipirsîn.    EM HDP'Ê BIPARÊZIN   Em ji vir bang li hemû raya giştî ya demokratîk û gelên Tirkiyeyê dikin; werin niha dema parastina HDP'ê ye. Lewre em di pêvajoyeke xeternak de ne. Di vê pêvajoya xeternak de ya wê çeteyên tarî welat teslîm bigirin, êrişê muxalefeta demokratîk bikin û mirin û hilweşandinê bînin an jî em ê li dora HDP'ê bibine xelek. Em ê aştî û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Em ê Tirkiyeyê ji van hêzên tarî rizgar bikin. Em bibiryar in û em ê partiya xwe diparêzin. Careke din banga me ye li gelên Tirkiyeyê; Werin em tev bi hev re HDP'ê biparêzin, pêşeroja Tirkiyeyê û demokrasiyê biparêzin. Ji bo parastina partiya xwe em ê heta dawî li vir bin."