Li Qamişlo ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê’ 2022-05-05 15:09:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin, bi tevlibûna hezaran kesan “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” hate lidarxistin.    Bi mebesta şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin, bi hezaran kesan bi dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” li dar xistin.    Ji Dêrikê heta Girkê Legê, Tirbespiyê, Çil Axa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê, Şedad, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê û navenda Qamişloyê, bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Her wiha nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, partiyên kurd, ereb û suryan, endamên tevger û rêxistinên jinan, rêxistinên civakî û sivîl, ciwan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hunermend jî di meşê de amade bûn.    Çalakvan ji ewil li Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişlo kom bûn û ber bi Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ve meşiyan. Di dema meşê de welatiyan li dijî dagirkerî û nokeriyê dirûşm berz kirin. Meşa girseyî heta kêleka stadyûmê domiya û li ser navê girseyê axaftin hatin kirin.    ‘DIXWAZIN NASNAMEYA HERÊMÊ BIGUHERÎNIN’   Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb di çalakiyê de axivî û êrişên li dijî Başûr, Rojava û Şengalê weke komplo pênase kir. Hebîp, diyar kir ku ev êriş bi destê “xayînan” tên kirin û wiha domand: “Dixwazin bi van êrişan re guherîna demokratîk a li herêmê têk bibin. Xelkê Şengalê jî bi xetereyeke wiha re rû bi rû ye. Tirkiye û hevkarên wan dixwazin bi van êrişan nasnameya herêmê biguherînin.”   ‘DÊ KOMPLOGER Û XAYÎN BI SER NEKEVIN’   Bi domdarî Hebîp da zanîn ku AKP dixwaze bi rêya hinek peymanên biguman ên bi hêzên herêmî re armancên xwe pêk bîne û wiha pê de çû: “Demografyaya Efrîn, Serêkaniyê, Ezaz, Cerablus û Girê Spî guherandin û niha qala vegerandina milyonek penaberand dikin. Dixwazin bi rêya Mîsak-î Mîllî re li herêmê guhertinê çêbikin û xeyalên mirî yên Erdogan ên ji bo împaratoriya Osmanî pêk bînin. Divê hikûmeta Iraqê jî bi planên heyî naxape. Heke li dijî serdestiya dewleta tirk bin, wê demê bila êrişên wê şermezar bike û li dij bisekine. Zêdetirî 40 baregehên leşkerî yên dewleta tirk li Iraqê hene. Xayîn û komplogerên li dijî projeya demokratîk dê nikaribin vîna me têk bibin.”    ‘AN EM Ê LI BER XWE BIDIN AN EM Ê BÊN QIRKIRIN’   Piştre jî Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û wiha got: “Dijminên me îro gefê li hebûn û nasnameya me dixwin. Dixwazin li çiyayên Kurdistanê, Şengal û Rojava kurdan kole, bênasname û bêrûmet bihêlin. Ew dixwazin lihevkirina Syks-Picot û Lozan vejînin da û dixwazin kurdan bêhêz bihêlin ku wan biparêze. Êriş bi piştgiriya PDK’ê tên kirin. Bi êrişa Şengalê re dixwazin Rojava dorpêç bikin û vîna gelê kurd têk bibin. Yan em ê li ber xwe bidin an jî em ê bên qirkirin. Gel kurd û gelê Mezopotamya, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nahêle ev lihevkirin û komplo bi ser kevin. Em rê nadin ku xiyaneta salên 90’î bi ser keve.”   BANG LI PDK Û PÊŞMERGEYAN KIR   Herî dawî jî Yûsif ev bang kir: “Divê gelê kurd û partiyên wan li dijî êrişan xwedî helwest bin. Em ji PDK’ê re jî dibêjin êdî bes e. Îro roja yekitî û rûmetê ye. Êdî bes e ji şerê di navbera kurdan de re. Banga min ji bo pêşmergeyan jî ew e ku beşdarî van êrişa nebin. Pêşmerga mîna gerîla ne û ji bo Kurdistanê canê xwe feda kirin. Heke dengê xwe bilind bikin, wê ev qirkirin bi ser nekeve. Divê partiyên Başûr dengê xwe bilind bikin mîna ku li dijî Sedam bilind kiriye. Heke Amed bikeve, wê Hewlêr û Qamişlo jî bikevin. Hemû berpirsyar in. Divê kesek bi qedera gelê me nelîze.”     Piştî axaftinan jî çalakî bi dawî bû.