Akman û Çîftçî ku Nobeta Edaletê didomînin hatin binçavkirin 2022-05-05 14:28:03   STENBOL - Polîsan li Fînce Akman û Cemîle Çîftçî ku Nobeta Edaletê didomînin dan û binçavkirin. Parêzer Dîren Yeşîl ku bertek nîşanî tundiya polîsan da wiha got: “Ev der dewleta hiqûqê ye ne wisa? Hûn îşkencekar in.”   Malbatên girtiyan, çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li pêş Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê dane destpêkirin di hefteya 6’emîn de domandin. Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yemîn a Sîlîvriyê tê ragirtin, Fînce Akman û xuçika girtiyê nexweş Selîm Çîftçî ê li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê tê ragirtin, Cemîle Çîftçî, hatin qada li pêş deriyê C yê edliyeyê û bal kişandin binpêkirinên mafan ên girtî dijîn.    'QEDEXEYA TAYBET' A QEYMEQAMTIYÊ    Di vê navberê de parêzerên ku ji bo cezayên hefsê yên di Doza Geziyê de hatine dayîn şermezar bikin li pêş Edliyeya Stenbolê Nobeta Edaletê dane destpêkirin jî piştgiriya Çîftçî û Akman kirin. Polîsên ku derdora Akman û Çîftçî yên Nobeta Edaletê dane destpêkirin dorpêç kirin, diyar kirin ku derbarê wan de biryara “qedexeya taybet” a Qeymeqamtiya Kagitxaneyê heye û dan zanîn ku wê daxuyaniyê asteng bikin. Akman û Çîftçî bertek nîşanî astengkirina polîsan dan. Li ser vê yekê polîsan li wan dan û ew binçavkirin. Polîsan di heman demê de li rojnamevanên xwestin dîmenan bikişînin jî dan û ji qadê dûr xistin.    PARÊZERAN BERTEK NÎŞAN DAN   Parêzerên li wi bertek nîşanî binçavkirina malbatên girtiyan dan. Parêzer Dîren Yeşîl ji polîsan re wiha got: “Hûn îşkencekarin. Hûn bi lêdanê derdixînin derve. Ev der dewleta hiqûqê ye ne wisa? Keyfiyeteke wisa nîne. Dewleta polîsan. Hûn hemû îşkencekar in. Di ruhê we de heye.” Nehat hînbûn ku Akman û Çîftçî birine kîjan qereqolê.