Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû 2022-05-05 10:50:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Cerdevanên ku di êrişên li dijî Metînayê de hatine bikaranîn diyar kirin ku di êrişê de tu pêşketin nînin û psîkolojiya wan xerab bûye.  Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya êrişê de li gelek deveran pevçûnên dijwar diqewinin. Artêşa Tirkiyeyê gelek deveran bi balafirên şer bombebaran dike û piştre jî leşker û hêzên taybet ên PDK’ê hewl didin van deveran bi dest bixin. Hat zanîn ku di encama pevçûnan de ev hêzên navborî neçar dimînin ku dîsa xwe paşde vekişînin. Li gelek deverên ku leşker nikarin pêş bikevin jî cerdevan tên bikaranîn. Cerdevanên ji malbata Hazim Babat ên li Qilebanê û malbata Tahir Adiyaman ên ji Bêşebapê jî di van êrişan de tên bikaranîn.    Cerdevanên ku li ser zexta Tahir Adiyaman tevî êrişên ser sînor hatine kirin, qala pevçûnên li herêmê diqewimin kirin. Cerdevanan da zanîn ku herêmên ku êriş li ser tên kirin di serî de ji hêla bi dehan balafirên şer ve tên bombebarankirin û piştre jî berê cerdevanan didin van herêman. Cerdevanan, diyar kir ku dema HPG’î bersivê didin, neçar dimînin ku xwe ji wan herêman vekişînin. Bi domdarî cerdevan destnîşan kir ku bi leşkeran re diçin herêmên pevçûnên dijwar lê diqewimin û piştre neçar dimînin ku xwe ji wan herêman vekişînin.   Cerdevaneke din ê tev li êrişan bûyî jî got ku tevî hemû derfetên teknîkê jî nikarin pêşde biçin.    HEMAN CIH 20 CARAN BOMBEBARAN KIRIN   Yek ji cerdevanên eşîra Jîrkiyan jî diyar kir ku artêşê ew şandine herêma Metînayê û rewşa li herêmê wiha vegot: “Balafirên şer li ber çavên me 20 caran heman cih bombebaran kirin. Hemû kesî got; ‘kî li wir be niha parçe parçe bûye.’ Piştre jî ji me re gotin ‘pêş bikevin.’ Lê belê hêj bi ser bombebaranê nîv saet derbas bûbû ku li heman cihî di navbera me û gerîlayan de pevçûn derket. Weke ku tiştek nebûbe. Beriya niha jî em cerdevan tev li gelek operasyonan bûn lê em tu carî rastî taktîkeke wiha ya şer û berxwedaneke wiha ya dijwar nehatibûn. Bi rastî jî em ji ber vê taktîka wan a şer ecêb man û kesek li benda tiştekî wiha nebû. Endamên rêxistinê bi qasî 5-10 mîtroyan nêzî me bûn lê dîsa jî em bi hatina wan nehesiyan.”    PSÎKOLOJIYA WAN XERAB BÛ    Cerdevanî anî ziman ku tevî teknîk, ÎHA û SÎHA’yên TSK’ê jî, serdestiya şer û herêmê di destê HPG’ê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qadê mîna kefa destê xwe dizanin û çawa bixwazin wisa tevdigerin. Komên wan ên bitevger hene. Pevçûnên gelek dijwar diqewimin. Dema em diçin herêmê, neçar dimînin ku mehekî li wir bimînin. Di nava wê mehê de psîkolojiya me xerab dibe. Jixwe mirov nikare qala rewşa leşkerên tev li operasyonan dibin bike jî. Ji ber ku yek ji wan herêmê nas nake û di heyeta xwe de yekemîn car e cihekî wiha yê çiyayî dibînin. Lewma di destê wan de çiqas teknîk hebe tevekê bi kar tînin lê dîsa jî nikarin bi ser kevin. Li aliyekî bi guleyan me tacîz dikin û li aliyê din jî bombeyan li me dibarînin.”    ‘LEŞKER NIKARIN SING BI SING ŞER BIKIN’   Bi domdarî cerdevanî anî ziman ku leşker nikarin sing bi sing şer bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku leşker nikarin sing bi sing şer bikin, herêmên çiyayî bi saetan ji hêla balafirên şer, SÎHA û helîkopteran ve tên bombebarankirin. Leşker niha li çend girên ku hatine bombebarankirin bi cih bûne. Lê gerîla her tim li dijî wan giran jî êrişan dikin û kesek nizane bê ka ev êriş ji kîjan alî ve tên kirin. Ew der weke dojehê ye. Ez naxwazim êdî bikevim wê dojehê. Me gelek zehmetî kişandin û naxwazim êdî tev li operasyonan bibim.”