Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê! 2022-05-05 10:32:34 ŞIRNEX - Li gel ku Rêya Armûşê ya Navneteweyî ya di navbera Cizîr û Silopiyayê de dayîne îhaleyê jî, bi salane çêkirina rê xelas nebûye. Di nava 4 salan de tenê 10 kîlomîtroyên rê hatine çêkirin û ev rê ji bo ajokaran veguheriye rêya mirinê. Rêya Armûşê ya Navneteweyî ku di navbera navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê de ye û bakur û başûrê Kurdistanê hev ve girê dide, 32 kîlomîtroyan dirêje. Çêkirina vê rêyê êdî veguheriye çîrokeke dûvdirêj. Rojane bi hezaran wesayît li ser vê rêyê tên û diçin lê dîsa jî nayê sererastkirin û li her devera rê çal û kort vebûne. Ev yek jî dibe sedema gelek qezayên trafîkê. Rêya ku ev 10 sal in nehatiye çêkirin, her sal bi dagirtina çend kortan bes tê dîtin. Ne bariyer li ser rê hene, ne hatiye ronîkirin û ne jî kortên wê tên sererastkirin. Ji ber vê yekê jî heke gotin di cih de be rêya behsê xeberê ji bo ajokaran veguheriye rêya mirinê.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di sala 2018’an de neçêkirina vê rêyê xistibû rojeva meclisê. Di pêşnûmepirsê de hat destnîşankirin ku rêya xerab ji bo welatiyan pirsgirêkên mezin çêdike û ji Wezareta Veguhestinê pirsî bû bê ka ji bo vê projeyeke wan heye yan na. Serokatiya Pêşxistina Stratejiyan a Wezareta Veguhestin û Binesaziyê jî di bersiva xwe de destnîşan kiribû ku rêya behsa xeberê xistine çarçoveya razemeniyê.   DÊ DI 500 ROJAN DE BÊ TEMAMKIRIN!   Çêkirina rêya behsa xeberê di 2019’an de ji hêla 9’emîn Midûriyeta Herêmê ya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Rêbejan ve kete îhaleyê. Di îhaleyê de şert hatibû danîn ku ev rê di nava 500 rojan de bê temamkirin. Lê tevî vî şertî jî çêkirina rê bi tu awayî xelas nebû. Parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Rîzgîn Bîrlîk bi Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan re çû serdana xebatên çêkirina rê û got; “Ev rê dê heta dawiya salê xelas bibe.” Bi ser re sal derbas bûn lê hêjta jî tenê 10 kîlomîtroyên rê hatine çêkirin. Walîtiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî da zanîn ku 21,8 kîlomîtroyên rê ya di navbera Cizîr û Şirnexê de nehatiye çêkirin.    HER ROJ BI DEHAN QEZA ÇÊDIBIN   Ji ajokarên serwîsan ên li ser rêya di navbera Cizîr û Silopiyayê de dixebitin Abdurrahîm Azma (34) diyar kir ku ji ber ku rê xerabe ye, her roj bi dehan qeza li ser vê rêyê çêdibin û wiha got: “Li ser rêyê kortên mezin hene. Dema wesayît hewl didin xwe ji van kortan xelas bikin, yan bi xwe qeza dikin an jî dikin ku wesayîtên din qezayan bikin. Her tim li ser vê rêyê qeza çêdibin û mirov dimirin.”    HATIN Û ÇÛNA ZÊDE YA LI SER RÊYA ARMÛŞÊ   Bi domdarî Azman bal kişand ser hatin û çûna zêde ya li ser Rêya Armûşê û axaftina xwe wiha qedand: “Hatin û çûna ser vê rêyê gelek zêde ye lê xebatekî li ser rê nakin. Heta em ji Cizîrê diçin Silopiyayê, wesayîtên me xerab dibin. Em neçar dibînin ku her roj biçin pîşesaziyê. Pereyê me tevek ji bo çêkirina wesayîtan diçe. Rê demek piştre êdî dikeve dibe yek şerîd. Ev jî talûkeyeke mezin bi xwe re tîne. Çendek roj berê li ver rêzeqeza çêbûn û 3 kesan di vê qezayê de jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin di zûtirin dem de ev rê were çêkirin.”    MA / Omer Akin