Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin 2022-05-05 09:03:07 ENQERE - Rojnamevan Dîlan Oynaş, anî ziman ku ji ber ku "poşmantiya" lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye înfaza wê hatiye şewitandin.    Înfaza rojnamevan Dîlan Oynaş hat şewitandin. Oynaş ku di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, diviyabû di 26'ê nîsanê de bihata berdan. Lê ji ber ku ferzkirina "poşmantiyê" ya Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nekiriye, înfaza wê hatiye şewitandin.    Oynaş, telefonî malbata xwe kiriye û gotiye înfaza wê hatiye şewitandin.    ‘EZ Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIM'   Oynaş, diyar kiriye ku li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê daye û wiha got: "Min di îtiraza xwe de got, nasnameya min rûmeta min e. Min tiştekî ku jê poşman bibim nekiriye. Ez ê dev ji têkoşîna xwe bernedim."    Înfaza Oynaş 3 mehan hatiye taloqkirin û dê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê di 21'ê tîrmehê de careke din înfaza wê binirxîne.    Bavê wê Abdulvahap Oynaş, bertek nîşanî vê biryarê da û got ku biryareke li dijî mafên mirovan e. Oynaş, ragihand ku girtî ji ber ku ferzkirinên desteyê qebûl nakin înfazên wan tên şewitandin û wiha domand: "Bi vî awayî keça min jî bernedan. Em li bendê bûn di nîsanê de bê berdan. Berî vê biryarê tiştek ji me re negotibûn. Roja wê bihatana berdan îdareya girtîgehê ji Dîlan re gotiye 'hê ewraq ji me re nehatiye' û ew bernedane. Ji xeynî vê tiştek ji me re negotin."    ‘BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN'   Bi domdarî Oynaş bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi her awayî êriş dikin. Ji nişka ve davêjin ser qawîşên wan. Mafê wan ê telefonê binpê dikin. Înîsyatîf ketiye destê îdareyên girtîgehan. Gelo haya Wezareta Dadê ji vê heye? Li gor xwe desteyên çavdêriyê çêkirine. Kaxezekê didin ber girtiyan û dipirsin 'hûn poşman in an na?' Lê helbet girtî vê yekê qebûl nakin."   Oynaş bang li malbatên girtiyan jî kir û wiha got: "Malbat divê xwedî li zarokên xwe derkevin."   Bav Oynaş, destnîşan kir ku nasnameya rojnamevaniyê ya keça wê hedef tê girtin û axaftina xwe wiha qedand: "Di çapemeniya azad de bû. Çapemeniyê jî qedexe dikin. Divê em bi her awayî li cem wan bin."