ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-05 09:00:18 *Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah, anî ziman ku Başûrê Kurdistanê bûye navenda şerê Rojhilata Navîn û got: "Yan di vî şerî de ev pergal wê têk biçe yan jî wê bi ser bikeve. Ji ber wê ji bilî serkeftinê tu çareya me nîne."  * Welatiyên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK'ê dan, diyar kirin ku şer xelkê xizan dike.    * Hunermendên kurd ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê amadekariyên çalakiyan dikin û ji bo vê maseya krîzê çêkirine, bang li her kesî kirin ku li dijî van êrişan rabin.    * Rojnamevan Dîlan Oynaş, anî ziman ku ji ber ku "poşmantiya" lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye înfaza wê hatiye şewitandin.    * Şêniyên Taxa Çeşmelî ya navçeya Erdemliyê diyar kirin ku rêyên wan xerabe ne û lempeyên kuçeyan vênakevin û gotin, heya niha gelek caran serî li şaredariyê dane, lê dîsa jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.    * Ji OÇAV'ê parêzer Îlke Işik anî ziman ku rêvebiriya heyî ya Baroya Enqereyê di pêvajoyeke "rizîbûnê" de ye û got: "Li dijî vê rizîbûnê em Baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 423’yemîn de berdewam bike.    * Parêzer, wê cezayên hefsê yên di Doza Geziyê de hatin birîn di Nobeta Edaletê ya dê li pêş Edliyeya Çaglayana Stenbolê pêk bînin de şermezar bikin. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re, wê li oteleke li Dêrsimê bi rêxistinên elewiyan re bicive. (13.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin wê berdewam bikin. (13.00-16.00)