Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin 2022-05-04 18:14:57   ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsan ciwanek binçav kir. Piştî binçavkirinê avêtin ser malê û li malê pozê mêvanê li malê şikandin û telefonên ferdên malbatê jî desteser kirin.      Li taxa Yafes a navçeya Cizîr a Şirnexê ciwanek hat binçavkirin. Li parkê polîsan xwestiye nasnameya ciwanan kontrol bike. Lê ciwan li ber vê pêkanînê rabûne. Bi vê bertekê re polîsan êriş biriye ser ciwanan û li ciwanê bi navê Ebubekir Çîkmaz xistine û paşê ew binçav kirine. Piştî binçavkirinê polîsan avêtine ser mala Çikmaz. Di dema avêtina ser malê de polîsan li mêvanê ku li mala Çikmaz bûye jî xistine û pozê wî şikandine. Piştî pozşikandinê polîsan ji mêvan re gotine "Bibore , bi nezanî çêbû."    Di dema lêgerînê de tablet û telefonên 4 ferdên malbatê jî hatine desteserkirin    Hat hînbûn ku polîsan Çikmaz biriye Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.