Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît 2022-05-04 16:38:55   ÎZMÎR - Xizma girtî Medîne Kaymaz ku di Nobeta Edaletê de axivî, ev tişt got: "Me di vê cejnê de jî zarokên xwe nedît. Ji ber vê me cejn pîroz nekir."   Nobeta edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan a li Îzmîrê di roja 56'an de berdewam dike. Nobeta îro li buroya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Îzmîrê pêk hat. Rêveberên TÛHAY-DER'ê serdana malbatên girtiyan kirin.    Dayika Bayram Kaymaz ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye Medîne Kaymaz, di nobetê de axivî û diyar kir ku cejneke din bêyî zarokên xwe derbas kirin û wiha got: "Me di vê cejnê de jî zarokên xwe nedît. Me dîsa cejneke xweş nedît. Zarokên me nexweş in, tedawiya wan nayê kirin û dermanê wan nadin wan. Girtiyên ku înfazê wan temam bûne nayên berdan. Em dayik in, nikarin bi zarokên xwe re hevdîtin bikin. Em nikarin bi Serokên xwe re jî hevdîtin bikin. Em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber vê em cejnê bi awayekî kêfxweş pîroz nakin."