Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir 2022-05-04 15:52:03   DÊRSIM - Qurbaniyên terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku cihê gorên ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane bên aşkerakirin.    Platforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê, Komeleya Elewiyên Demokratîk û partiyên siyasî qurbaniyên terteleya Dêrsimê bi bîr anîn. Ji bo bîranînên gelek kes li Qada Seyîd Riza hatin gelhev. Di bîranînê de wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin û pankarta "Ma terteleyê Dersimî xo vîra nêkerd, xo vira nêkemê" hat vekirin. Li ser navê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin bi dimilkî û tirkî hat xwendin.    Di daxuyaniyê de pêvajoya berî terteleyê û piştî terteleyê hat vegotin û hat destnîşankirin ku plana terteleyê ji aliyê damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal ve hatiye amadekirin. Di daxuniyê de hat diyarkirin ku zihniyeta terteleyê ya demê îro ji aliyê desthilata AKP-MHP'ê ve tê domandin û banga hevrûbûna terteleyê û lêborîna fermî li dewletê hat kirin û hat xwestin ku arşîvên terteleyê yên Serfermandariya Giştî û Meclisê bên vekirin.    DAXWAZA AŞKERAKIRINA CIHÊ GORAN    Piştî daxuyaniyê Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çîftçî axivî û qala tiştên ku di terteleyê de pêk hatine kir û daxwaz kir ku navê Dersimê û gund û mezrayên wê lê bê vegerandin û cihê gorên qurbaniyên terteleyê bên aşkerakirin.    Piştre Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû jî axivî û qurbaniyên terteleyê bi bîr anîn.    4'Ê GULANÊ ROJA REŞ E   Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî di destpêka axaftina xwe de Seyîd Riza û qurbaniyên terteleyê bi bîr anî û got ku 4'ê Gulanê roja reş e û piştî vê rojê bi awayekî sîstematîk bi deh hezaran jin, zarok û mêr hatine kuştin. Sancar, lêborîna serokwezîrê demê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan a di 23'ê mijdara 2011'an de bi bîr xist û diyar kir ku  derxistina heqîqetê ya holê lêborîna fermî ye.    Sancar jî daxwaza kir ku cihê gorên qurbaniyên terteleyê bên tespîtkirin û navê Dersimê û gundên wê lê bên vegerandin.    Di berdewamê de Sancar, destnîşan kir ku wê pergala înkarê biguherînin û wiha got: "Em vê pergalê qebûl nakin. Hin kes dibe ku îro derkevin bibêjin, 'Em êşa gelê Dêrsimê parve dikin' û tişta pêwîst nekin. Tu qîmeta vê tune ye. Heke tem tev vê êşê bikin meseleya hevpar a vî welatî, bi awayekî qanûnî vê êşê nas bikin û û vê vînê derxin olê em ê vê pergalê biguherînin. HDP û pêkhateyên xwe her cure têkoşînê bimeşînin. Em ê nedin jibîrkirin û heta lêborîn neyê xwestin û tiştên pêwîst neyên kirin em ê efû jî nekin. Em soz didin Seyîd Riza û hevalên wî ku em ê vê têkoşînê bidomînin û bigihînin encamê. Ev ji bo me meseleya rûmetê ye."   Bîranîn bi dûrşmeyan " Wê roj were dewran biguhere û kujer hesab bidin gel" bi dawî bû.    Heyeta ku tev li bîranînê bû, ji bo ku bîranînekê li wir jî pêk bîne derbasî Avzêmên Halvoriyê yên li Geliyê Mûnzûrê bû.