Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike 2022-05-04 12:48:52 RIHA - Malbata Şenyaşar ku 422 roj in çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bênavber didomîne, wê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ji bo cejnê serdanan qebûl bike.  Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 422’yemîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên rojên Cejna Remezanê yên yekemîn û duyemîn li pêş Edliyeya Rihayê nobeta xwe domandin, wê îro çalakiyên xwe li mala xwe ya Pirsûsê bidomînin. Tê payîn ku nûnerên rêxistinên girseya demokratîk ên li navçeya Pirsûsê û welatî wê ji bo cejnê serdana malbatê bikin.    ‘JI BO HERKESÊ EDALET’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Di dîroka welat de bêedaletiya herî mezin li Rihayê tê jiyîn. Roja ku dayikê (Emîne Şenyaşar) destmala ku hêsirên çavê xwe pê paqij dike li ber edliyeyê hişt û çû mala xwe, em dikarin bêjin ku li Tirkiyeyê edalet heye.”