Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin 2022-05-04 09:05:34 AMED - Gelê Amedê, bertêk nîşanî krîza aborî dan û ji bo dewlemendên derdora AKP'ê jî ev tişt gotin: "Dewlemend ji bo xwarina xwe ya zêde bimehînin dimeşin. Heman rêyê xizan jî ji bo ku pariyekî nan bibînin dimeşin." Li Tirkiyeyê, krîzeke kûr a aborî heye. Krîz bandora xwe li her hemû beşên civakê dike. Lê tesîra krîzê zêdetir kesên bêkar û xizan hîs dikin. Ji ber bihabûne bûye êdî kes nikarê debara xwe bike û pêdivîyên xwe yên jiyanî bikire. Bi munasebata Cejna Remazanê em daketin kolanên Amedê û derbarê krîza aborî û şerê ku li dijî kurdan tê meşandin de mîqrefon dirêjî amediyan kir.      Welatiyê bi navê Halîs Erçîftçî, da zanîn ku di salên 1990’î de ji ber ku gundê wan Beleqanê yê girêdayî navçeya Licê hatiye şewitandin koçî navenda Amedê kirine û derbarê polîtîkayên ku krîzê kûr dikin de wiha axivî: "Dewlet çavkaniyan tev ji şer re razandiye. Her roj balefir radibin. Her ku diçe krîz kûrtir dibe. Kar jî tuneye, aramî jî tuneye. Ger ku wekhevî û aşitî hebe wê ev krîz çareser bibin.”   'TU HEQÊ WAN TUNEYE'   Welatî Mecît Kaya, destnîşan kir ku hikûmet çavkaniyên gel ji pênc çeteyên xwe re vediqetîne û gel bi vê yekê xizan dibe. Kaya, polîtîkayên şer ên AKP’ê jî wiha nirxand: "Tu heqê tirkan nîne ku biçin li Iraq, Sûriye, Îran, Azerbaycanê şer bike. Kesî xwe tekilî wan nekiriye. Ji ber ku hêza wan dewletan tuneye zilmê li wan dike. Bila pêçiya xwe ji Rusyayê, Îsraîlê, Emerikayê re bihejîne. Kes nikare aqil, wijdan û fikrê ji me bigire. Rayedarên desthilatê ji me re dibêjin mastê gamêşan, xurmeyên medîneyê, hingivê kestaneyan bixwin. Kê dibîne ku bixwe."   ROJÊN XWE FIROTIYE!   Welatî Ayhan Ûzûnca, diyar kir ku rayedarên dewletê ji xizaniya gel fêm nakin û ew di nava qesran de dijin, çi dixwazin wî dixwin, vedixwin. Ayhan, bal kişand ser zemên dawî û da zanîn ku heqdesta asgarî zêdekirin lê bi zeman 5 qet zêdetirê wê ji gel stendin û ev tişt gotin: "Gelek tişt hene ku çareser bikin, lê nakin. Li hundir û derve şer dimeşînîn. Kes nizane bê ka ev şer şerê çî ye jî. Heval hene ku ji ber krîza aborî dest ji zewacê berdane. Dîsa ez bûm şahid kesek ji bo ku daweta keça xwe bike hezar û 500 rojên prîmên xwe firotin SSK’ê."   'DIZIYÊ DIKIN'   Welatiyê ciwan Yasîn Gurbuz jî bertek nîşanî diziyên ku desthilat dike da û diyar kir ku ew ê li Tirkiyeyê negihîjin heqê xwe û wiha got: “Dewlemend ji bo xwarina xwe ya zêde bimehînin dimeşin. Heman rêyê xizan ji bo ku pariyekî nan bibînin dimeşin. Ev ne edalet e."   'NIKARIM XERCANE BIDIM ZAROKÊN XWE'   Welatî Mehmet Tosûn, da zanîn ku ji ber zemên dawî û bêqîmetbûna pereyan nikaribûye xercaneya cejnê li birazî û xwarziyên xwe belav bike û ev tişt anî ziman: “20 heb birazî, xwerzî û zarok li malbata me hene. Her yek çavên wan li min e ku ez pere bidim wana. Bi 5 lîre tiştek nayê û ji ber ku tuneye ez nikarim 50 lîre jî bidim wan."   'NIKARIM BIÇIM MALA XWE'   Welatî Zelîha Akçay jî got ku kesên mehê 200-300 hezar lîre mûçe digirin halê kesên ku nikarin nan û goşt bikirin fêm nakin û wiha axivî: "Ez bi çar çavan li benda mûçeya xwe mam. Ji ber cejnê tenê 700 lîre li mûçeyê min zêde kirine. Ji ber astengiyên debarê ev du sal in ku ez naçim mala xwe. Ku biçim dê fatûre bên û ez nikarim wana razînim."    'TEV YEZÎT IN'   Herî dawî welatî Metîn Cîhan jî destnîşan kir ku rêveberên dewletê welatiyan muhtacî her tiştî kirine û wiha got: "Em ji bo dewletê çi bêjin li wan zor tê û em dibin terorîst. Dema ku hiqûq û edalet tunebe bila ji serê sibehê heta êvarê serê wan li ser secadê be, vala ye. Tev dizî dikin û ew tev 'Yezît' in."