ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-04 09:00:12 * Zulfu Bîngol ku ku 5 sal in doza azadiya Ocalan dike ev tişt got: "Dema ku Rêberê me azad bibe, wê gelê kurd jî azad bibe. Wê pêşeroja me azad bibe. Em ji vê bawer dikin." * Gelê Amedê, bertêk nîşanî krîza aborî dan û ji bo dewlemendên derdora AKP'ê jî ev tişt gotin: "Dewlemend ji bo xwarina xwe ya zêde bimehînin dimeşin. Heman rêyê xizan jî ji bo ku pariyekî nan bibînin dimeşin."   * Li Şirnexê dayikên ku tevlî çalakiya Nobeta Jiyanê bûne bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: “Barzanî bila destên xwe ji axa me û zarokên me vekişîne. Em êdî tifaqiya bi Barzanî re ne qebûl dikin û ne jî dixwazin. Bila li çar aliyê Kurdistanê gel rabe li ser piyan.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 422’yemîn de berdewam dike.    * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsimê, wê bi boneya salvegera 84’emîn a Komkujiya Dêrsimê bi tev li bûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê li Qada Seyît Riza daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00) ZINDΠ   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Amedê dane destpêkirin dê li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) berdewam bike. (13.00) ZINDÎ