‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’ 2022-05-03 15:29:46     RIHA - Şandeya HDP’ê bi wesîleya Cejna Remezanê çû serdana malbata Şenyaşar. Di serdanê de parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye û wiha got: “Heta di roja cejnê de jî ji bo edaletê tên ber deriyê edliyeyê.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî birîndarî xelas bû. Bi daxwaza girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 421’an de jî berdewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe du roja 2’yemîn a Cejna Remezanê de jî hatin ber deriyê edliyeyê.   Şandeyeke ku ji endam û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Nîmetûllah Erdogmuş pêk dihat îro çû serdana malbata Şenyaşar. Şandeyê cejna Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar pîroz kir.    ALAYA EDALETÊ    Di serdanê de parlamenter Omer Ocalan anî ziman ku divê di roja cejnê de aştî pêk bê, zilm û bêedaletî bi dawî bibe û wiha got: “Alaya edaletê di destê dayik û kurê wê de ye. Heta di roja cejnê de jî ji bo ku edalet pêk bê, hatine vê derê. Ji bo endamên malbata wan ên li pêşiya çavên her kesî hatine qetilkirin, bang li dewlet û dozgeran dikin ku edaletê pêk bînin. Dê piştgiriya HDP’ê ya bi malbatê re bidome. Heta niha jî ji bo komkujiyê gavekî baş nehatiye avêtin. Kurê wan Fadil Şenyaşar niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Lewma îro em li vê derê ne. Yên ku ji xwe re dibêjin ‘misilman’ divê bo vê pirsgirêkê çareseriyekî peyda bikin. Malbat dixwaze ku kurê wan were berdan û êdî li mala xwe şîna xwe bigirin. Ew her roj li vê derê ne. Li dijî bêedaletiyê têne vê derê.”    Di heman demê de Serokatiya CHP’a Rihayê jî bi şandeyekê hate serdana malbatê.