DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin 2022-05-03 11:41:46   AMED - DFG’ê rapora xwe ya meha nîsanê parve kir. Li gorî rapora DFG’ê; di meha nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin, 2 rojnameger rastî êrişê hatin û ji bo 16 nûçeyan jî biryara astengkirinê hate dayîn.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha nîsanê bi raya giştî re parve kir. DFG’ê, bal kişand ser 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê û diyar kir ku vê rojê bi zext, qedexe û sansura li ser çapemeniyê pêşwazî dikin.    Bi domdarî DFG’ê da zanîn ku li welatên demokrasî lê tune, çapemeniya ku rola xwe dilîze her tim dibe hedefa êrişên desthilatdariyê û wiha domand: “Tirkiye yek ji wan welatane ku her tim dixwaze medyayê têxe bin kontrola xwe. Li Tirkiyeyê piraniya çapemeniyê di bin kontrola desthilatdariyê de ye. Rojnameger nikarin bi rengekî azad karê xwe bikin. Yên dikin jî dibin hedefa desthilatdariyê. Li gorî Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Rojnameger her roj bi astengî û gefan re rû bi rû dimînin. Polîsên ku hêza hikûmetê didin pişt xwe bi hêsanî rojnamegeran binçav û derb dikin. Tevî vê yekê jî derheqê van polîsan de tu lêpirsîn nayên destpêkirin.”    ZÊDETIRÎ 60 ROJNAMEGER GIRTÎ NE   Di berdewamê de DFG’ê destnîşan kir ku di meha nîsanê de 50 rojnameger hatin darizandin û ev agahî parve kirin: “Niha zêdetirî 60 rojnameger di zindanê de ne.  Ji azadiya xwe bêpar in. 4 rojnameger hatin binçavkirin. Hêj qedexe û sansûra li ser saziyên çapemeniyê didomin. Mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. RTÛK, bi cezayên xwe dixwaze çapemeniye bêdeng bike. Di meha nîsanê de nêzî 10 malperên înternetê hatin astengkirin. 16 nûçe hatin astengkirin. Heta niha malpera Ajansa JinNews’ê ku li Tirkiyeyê tekane ajansa jinan e, 43 caran hatiye astengkirin. Ev jî rewşekî xeternak nîşanî me dide. Em, 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê di nava rewşekî wiha de pêşwazî dikin.”   Daxuyaniya DFG’ê wiha bi dawî bû: “Em dibînin ku tevî van astengiya jî rojnamegerên ku çapemeniya azad diparêzin hene. Em dibînin ku rojnamegerên bi rûmet hene. Em 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû rojnamegerên ku ji bo çapebeniya azad têdikoşin pîroz dikin.”