Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt 2022-05-03 09:46:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Jin, ciwan, kal û pîrên Şengalê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Iraqê çek rakirin û bi hêzên ewlekariyê yên Şengalê re nobet girtin. Welatiyan xwest ku artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişîne û şer bide sekinandin.    Hêzên artêşa Iraqê bi mebesta dorpêçkirin û dagirkirina Şengalê di 1’ê şeva 1’ê gulanê de li dijî navçeyên Sinûn û Dugurê yên Şengalê dest bi êrişeke mezin kir. Bi hewldana dagirkirina Şengalê re hêzên YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxane jî bersivên tund dan û li herêmê pevçûnên dijwar dest pê kirin. Bi destpêkirina êrişan re xelkê êzdî yê Şengalê jî kete nava liv û tevgerê xwedî li hêzên xwe yên parastinê derketin. Di vê çarçoveyê de gelek jin, ciwan, kal û pîrên Şengalê rahiştin çekên xwe û şeva din li gelek saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê nobet girtin û xwedî li hêzên ewlekariyê û saziyên xwe derketin.    Di vê çarçoveyê de komeke ji ciwanan û endamên Meclisa Gel a Dugurê pêk dihat, heta derengiya şevê bi hêzên ewlekariyê re nobet girtin. Welatiyan di nobetê de bertek nîşanî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Iraqê dan û xwestin ku artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişîne û şer bide sekinandin.