Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe 2022-05-03 09:20:55   ŞIRNEX - Li Cizîrê çalakvanên ku tev li Nobeta Jiyanê bûne bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: "Em bi zarokên xwe re ne. Bila Barzanî destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe.”    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Ferderal a Kurdistanê êriş dabû destpêkirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê her ku diçe zêdetir dibin. Ji bo ku şerê ku li dijî herêmê hatiye destpêkirin bê rawastandin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şirnex û navçeyên wê dest bi Nobeta Jiyanê kir. Dayik û welatiyên ku tev li nobetê bûbûn nêrazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê û AKP'ê da.    Yek ji Dayikên Aşitiyê Sidika Erden (45) anî ziman ku malbata Barzanî ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî Kurdistanê difiroşe û wiha got: “Birayî bi birayê din dide kuştin. Em Barzanî şermezar dikin. Ev komkujiya ku pêk tê bi destê Barzanî çêdibe. Bila ji vê şaşitiyê vegere. Ew jî kurd e. Em ê heta kengî bên kuştin? Em dibêjin bes e. Ev dewleta faşîst jî milê xwe dide milê wî. Heta ku ji destê me tê em ê li dijî van kirinan bisekinin. Em bi zarokên xwe re ne. Em ji doza xwe venagerin. Ev çend sal in me dest pê kiriye û gavek şûnde neavêtiye û dê neavêjin jî. Ev têkoşîna me roj bi roj mezintir dibe. Heta ku dilopeka xwînê di laşê me de hebe em ê bi zarokên xwe re bin. Bila Barzanî jî destê xwe ji vê xwînê bikêşîne. Em jî nasekinîn û dê nobeta xwe bigirin. Êdî kêr gihiştiye hestî. Tişta ku ji destê me tê em ê bikin.”    'DESTÊ XWE DEYNIN SER WIJDANA XWE'    Yek ji dayikan Mevlûde Gungen (43) jî bertek nîşanî malbata Barzaniyan da û diyar kir ku li şûna cejna xwe pîroz bikin, niha şînê digirin. Gungen, kesên piştgiriyê didin şer şermezar kir û wiha domand: “Ez hêvî dikim ku her kes destê xwe bide hev. Ev 40 salin şer heye. Dawiya vî şerî aştî ye. Divê em her tim aştiyê biparêzin. Banga me ji bo Barzanî jî ew e ku destê xwe ji birakujiyê bikêşe. Bila destê xwe bidane ser wijdana xwe. Ez bang li dayikên tirkan jî dikim; zarokên we jî tên kuştin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û li hemberî vî şerî bisekinin. Ev şer ne tenê li Başûr, li ser her parçeyeke jiyana me tê meşandin. Kezaba me dayikan şewitiye lê em dîsa jî aştiyê dixwazin. Em bi şer û kuştinan xelas nabin.  Barzanî bila bes piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Bes dilê dayikan bişewitînin.”   'DESTÊ XWE JI XWÎNA ZAROKÊN ME BIKÊŞE'    Têkildarî mijarê jina bi navê Hatîce Beytûr (43) jî got ku ew vê cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Her çend ku cejn be jî lê em li mala xwe nînin û li dijî şer disekinîn. Em hatine partiya xwe û nobetê digirin. Em dibêjin ku bila Barzanî ji vê şaşitiyê vegere. Bila destê xwe ji xwîna zarokên me bikişîne. Ew jî kurd e çima birakujiyê dike? Çima piştgiriyê dide dewleta tirk? Bila hemû dayik destê xwe bidin hev û li hemberî vî şerî li pişt zarokên xwe bisekinin.”    'TECRÎD SEDEMA ŞER E’   Ji welatiyan Uzeyîr Kilinç jî daxuyand ku yek ji sedema şer, girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro cejn e. Pêwîst bû ku me bi keyfxweşî pêşwazî bikira. Lê mixabin em îro cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin. Ji ber ku her roj cenaze tên, her roj bomberan heye û her roj xwezaya me tê talankirin. Li ser erdnîgarî û xwezaya me şereke bêexleqî tê meşandin. Aliyekî bombebaran dike, li aliyekî çekên kîmyewî bi kar tîne û li aliyê din jî birakujî tê kirin. Xelkê Cizîrî li dijî vê ye. Bila şerê birakujiyê nebe. Li hemberî birakujiyê divê ku herkes rabe ser piyan. Em birakujiyê û dagirkeriyê qebûl nakin. Em jî weke hemû gelên cîhanê ne. Îro 50 milyon kurd hene lê em bêstatû ne. Em bên kuştin jî, bên bombebarankirin jî û çi dibe bila bibe em ê paşve gavê neavêjîn. Tecrîda li birêz Ocalan, sedema şer e. Divê em kurd bibin yek ku bikarin li hemberî vî şerî bisekinin. Heta ku kurd nebin yek û bi yekdengî tevnegerin dê dewletên derdorê her tim li ser pişta kurdan bin. Bedelê wê çi bibe bila bibe em ê li hemberî şer bisekinin.”    ‘BARZANÎ ÎRO XIYANETÊ LI BAVÊ XWE DIKE’    Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide jî bal kişand ser malbata Barzanî û nêrînên xwe wiha parve kir: “Barzanî, bi van kirinan dawiya xwe tînin. Dema Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe ji dest dayî me tevekan wêneyên wî li odeyên malên xwe hilayîstin. Her kesî dema çav bi wêneyî diket rêz û hurmet jê re digirt. Lê îro em li kurê wî dinêrin û şerm dikin. Gelê kurd çiqasî qîmet da ye, ked da ye û alîkarî da ye. Me ewqasî xîzmet jê re kir. Barzanî saxlem derneket. Bila xwîna kurdan nerêje. Em çawa xiyanetê li erdê xwe û axa xwe bikin? Em ê kengî bi aqil bibin? Bila ji vê şaştiyê vegere. Barzanî îro xiyanetê li bavê xwe dike. Wisa nabe û em wisa qebûl nakin.”