Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man! 2022-05-03 09:02:21   RIHA - Li deşta Pirsûsê, ji ber ku bêyî qenala tehliyeyê avê tê berdan, erd û mal dibin avê de man. Ji bo çareseriyê jî rayedar ji welatiyan re dibêjin, "Li çareya serê xwe binêrin."    Di hilbijartinên herêmî yên di 29'ê adara 2014'an de Serokwezîrê demê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, bi armanca propagandayê vekirina "Projeya Avdaniyê ya Pompakirinê" ya ji bo deşta Pîrsûsê kir. Lê ev vekirina Erdogan li şûna çareseriyê bû pirsgirêk. Ji ber ku qenalên tehliyekirina avê berî ku bên temamkirin av hat berdan, erdên berhemdêr ên çandiniyê yên deştê di bin avê de man. Li deştê û derdora wê her sal gelek mal di bin avê de dimînin. Welatiyên ku ji ber hişkesaliyê bi salan nikaribûn li erdê xwe çandiniyê bikin niha jî ji ber vê pirsgirêkê nikarin erdên xwe bajon.    Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ya Wezareta Daristan û Çandiniyê, projeyeka ku ji bo qenalên tehliyekirina avê hat plankirin jî beriya 3 salan betal kir. Ev jî pirsgirêkê hê mezintir kir. Welatiyên ku ji ber vê pirsgirêka li her dera deştê rû dide mexdûr bûne, rexmî ku gelek caran ji bo çareserkirinê serlêdan kirine jî rayedaran tu bersiv nedaye wan.    Yek ji gundên ku ev pirsgirêk lê heye gundê Mollahamza yê deşta Pirsûsê ye.    'LI ÇARÊYA SERÊ XWE BINÊRIN'   Gundiyê bi navê Kavas Doganturk ku beriya çend salan ji ber nikaribûye debara xwe bike koçî Hatayê kiriye û beriya 2 salan vegeriyaye gundê xwe û cotkariyê dike, derbarê mijarê de ev tişt got: "Dema ku av hat kêfa me hat. Me nizanibû ku wê wiha bibe. Rayedarên em serî li wan didin jî dibêjin, 'Li çareya serê xwe binêrin'. Ji salên borî ve avê ber didin. Me ji qaymeqam re got lê me bi me re eleqedar nebûn. Em bangî şaredariyê dikin, ew jî qeyûm tayînî wê kirine. Em biçin kuderê? Dibêjin ku nikarin tiştekî bikin."     'HIKÛMET DIXWAZE ME BERÎ HEV BIDE'   Doganturk, da zanîn ku hewl tê dayîn gundî bi hev bikevin û wiha got: "Dema ku em dixwazin tiştekî bikin xwediyê erd dibêjin qaşî erdê me nebin. Hikûmet hewl didin me berî hev bide. Ji me re dibêjin li hev bidin. Edaleta vê hikûmetê tuneye. Me perîşan dikin. Em nîv şevekê bi bilindbûna vê şiyar bûn. Me bi derfetên xwe li pêşiya malên xwe erxan çê kir û nehişt ku av bikeve malên me. Rayedarên ku em ji wan re pirsgirêkê radigihînin jî gund di halê wî de hiştine."   'GUHDAR NAKIN'   Gundî Abûzer Doganturk (71) jî destnîşan kir ku rayedar pirsgirêkên wan guhdar nakin û wiha axivî: "Dixwazin em vê der terk bikin. Em diçin Walîtî, Qaymeqamtî, DEDAŞ û DSÎ'yê, kes guh nade me. Dewlet dixwaze em û xwediyên erdan bi hev bikevin.". Doganturk, mala ku di bin avê de maye nîşan da û ev tişt got: "Ew mala li jor mala birayê min e. Weke ku hûn jî dibînin di bin avê de maye. Lê em nikarin avê bibin ser erdê xwe."     PERÊ AVA KU BI KAR NAYÎNIN JÎ DIDIN   Doganturk, da zanîn ku ji bo ava ku malê wan di bin de dimînin û nikarin bibin ser erdê xwe pere ji wan tê girtin û wiha got: "Ava ku divê bê ser erdê me bernadin. Ew av diçe Kaniya Xezalan. Piştî AKP'ê kesê li DSÎ'yê dixebitî ji kar derxistin û ji xwe kesekî anîn şûna wî. Ew jî bi tu awayî li me nanêrin. Mirovên me perîşan bûn. Erdê me yê li vî aliyî jî di bin avê de ma. Me kemçê bi derfetên xwe anîn. Em di nav vê şerpezetiyê de man."   LI SER BANÎ DIMÎNIN   Yuksel Doganturk jî bi lêv kir ku ji ber ava ku nîvê şevê ketiye mala wî nikare amûrên xwe yên malê û xurekên xwe bi kar bîne û vegot ku her sal di vê demê de mexdûr dibin. Doganturk ku ji ber avê bi hevjîn û zarokên xwe re li ser baniyê mala xwe dimîne, bi derfetên xwe 3 erxan çê kiriye û nahêle ku av bigihîje mala wî.    MALA WÎ HATIYE BER HILWEŞANDINÊ   Doganturk, agahî da ku salên borî ji ber ku mala wî di bin avê de maye 50 mirîşkên wî mirine û ji ber vê zarokên wî nikarin biçin dibistanê û ev tişt anîn ziman: "3 sal in em bi ava pîs re têdikoşin. Ne dewlet ne jî şaredarî tiştekî nake. Mala min hatiye ber hilweşandinê. Tiştekî xwarinê li malê nemaye. Mitbexa min di bin avê de ma. Hevjîna min ji avê ditirse. Bi zarokên xwe re min erxan çê kir. Tenê gemimê me di erd de heye. Em bi wî debara xwe dikin. Heke ew jî biçe em nizanin ku çi bikin. Em dibin avê de mane, ne dikarin bikevin hundir ne jî dikarin derkevin. Şaredariya bajarê mezin jî di nav de em li gelek cihan geriyan. Ji me wêne xwestin û me ji wan re şand. Lê kes guh neda me."   MA / Ceylan Şahînlî