ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN 2022-05-03 09:00:01   * Li deşta Pirsûsê, ji ber ku bêyî qenala tehliyeyê avê tê berdan, erd û mal dibin avê de man. Ji bo çareseriyê jî rayedar ji welatiyan re dibêjin, "Li çareya serê xwe binêrin."    * Şahidê Komkujiya Dêrsimê Hayrî Pîlav komkujî wekî “Roja Reş” pênase kir û wiha got: “Piştî em sirgûn bûn, tenê bi diya xwe re vegeriyam gund. 84 sal in heman feraset û nêzîkatî didome.”    * Parêzer Cemo Tuysuz ku bi muwekîlê xwe Salih Mevalî re ji bo îfade dayînê çûbû qereqolê bertek nîşanî rengê servîskirina îfadedayîna muwekîlê xwe ku weke "bi operasyoneke hevpar hate girtin" ji çapemeniyê re hatibû servîskirin da û got ku tişta hatiye kirin sûc e û muwekîlê wî hedef hatiye nîşandan.   * Li Rihayê qeşayê li darên fistiqan da. Hilberîner mehsûla îsal winda kirin û çaviyên mehsûla sala bê jî şewitîn.   * Li Cizîrê çalakvanên ku tev li “Nobeta jiyanê” bûne bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û wiha gotin: "Em pişt zarokên xwe ne. Bila destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 421’an de berdewam bike.    * Partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk ên li Wanê dê bi wesîleya Cejna Remezanê li avahiya HDP’ê bên ba hev. (10.00)   * Şandeyên CHP, DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê dê bi wesîleya Cejna Remezanê biçin serdana Navenda Giştî ya HDP’ê. (10.15-15.30)   * Meclisa Jinan a HDP’a Dêrsimê û Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) dê biçin gundê girtiya nexweş Aysel Tugluk Merhoyê û daxwaza azadiya Tugluk bikin. (12.00)   * Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) dê bi munasebeta 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê û 5’emîn damezirandina platformê li Rojnameya Yenî Yaşamê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Çalakiya “Nobeta Jiynaê” ya HDP’ê dê bi tevlibûna hemû navçeyan di roja duyemîn de li avahiya HDP’a Şirnexê berdewam bike. (12.00/15.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin îro dê li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam bike. (12.30)(ZINDÎ)