Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin 2022-05-02 16:06:31   RIHA - Gelek welatiyên Rihayê û endamên rêxistinên civaka sivîl bi wesîleya Cejna Remezanê çûn ber deriyê Edliyeya Rihayê û cejna malbata Şenyaşar pîroz kirin.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî birîndarî xelas bû. Bi daxwaza girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 420’an de jî berdewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe roja 1’emîn a Cejna Remezanê jî li pêşiya edliyeyê derbas kir.   Di nava rojê de gelek welatî hatin serdana malbatê û peyamên piştevaniyê dan.    PARTIYA DEVA’YÊ ÇÛ SERDANA MALBATÊ   Serokatiya Partiya DEVA’yê ya Rihayê jî çû serdana malbata Şenyaşar û gulên spî dan dayika Emîne Şenyaşar. Serokê Xebatên Ciwanan ê Partiya DEVA yê Rihayê Îbrahîm Halîl Aydin di serdanê de axivî û got ku cejneke xemgîn derbas dikin û hêviya pêkhatina edaletê ji bo malbatê kir.