KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir 2022-05-02 16:05:58   NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê têkildarî êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da û bang li gelê kurd kir ku ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê.    Hevserokên Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk-Ewropayê (KCDK-E) têkildarî êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî van êrişan xwedî li gelê Şengalê derbikeve.    KCDK-E’yê daxuyand ku li ser daxwaza dewleta tirk, artêşa Iraqê bi çekên giran û tankan êrişî Şengalê dike û bûye şirîkê polîtîkayên qirkirina gelê kurd. Bi domdarî hat diyarkirin ku dagirkeriya li ser Şengalê nîşanî dide ku êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya îxaneta PDK’ê tên kirin.   ‘DIXWAZIN FERMANEKE DIN PÊK BÎNIN’   Di berdewamê de KCDK-E’yê wiha got: “Hemû cihên pîroz, îbadetxane, nexweşxane, dibistan û hemû warên sivîla din bin xetereyeke mezin de ne. Ji van êrişan mebest ew e ku fermaneke din bi serê êzdiyan bînin. Bêdengiya hêzên navneteweyî jî nîşaneya hevkariya wan a vê komkujiyê ye. Bi van êrişan re hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Mesrûr Barzanî di 27’ê cotmeha 2021’an de bang li rêveberiya Iraqê kir ku têkeve Şengalê. Vê bangê gef anî vê astê.”   BANGA DAKETINA QADAN   Bi domdarî KCDK-E’yê diyar kir ku artêşa Iraqê ya ku ji ber DAIŞ’ê reviyayî û malbata Barzanî ya “îxanetkar” bûne belaya serê gelê Şengalê û wiha bi dawî kirin: “Ji bo pêşîlêgirtina komkujiya li ser Êzidxanê, divê gelê me li her derê dakevin qadan. Em bang li hemû mirovahiyê û gelê xwe dikin ku xwedî li Şengalê derkevin. Li hemberî qirkirina êzdiyan em li her derê berxwedanê geş bikin û xwedî li Şengalê derkevin.”