Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir 2022-05-02 15:52:41   AMED - Malbatên ku dixwestin bi wesîleya Cejna Remezanê li Licê biçin serdana goristanan, bi hinceta biryara “qedexeyê” ya qeymeqamtiyê hatin astengkirin.    Malbatên ku dixwestin bi wesîleya Cejna Remezanê biçin serdana goristanên Sîsê û Elîkan ên Lice ya Amedê, ji hêla leşkeran ve di ketina gund de hatin astengkirin. Leşkeran biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Licê weke hincet nîşan dan û gotin ku dê rê nedin derbasbûna malbatan.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku goristana navborî, di demên cuda de gelek caran ji hêla leşkeran ve hatibû rûxandin.