Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir 2022-05-02 13:16:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê ku li dijî Şengalê dest bi êrişeke berfireh kir, li navçeya Dugur a Şengalê dibistanek bi tankan rûxand.   Êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê berdewam in. Li dijî êrişên artêşa Iraqê yên bi çekên giran, hêzên YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzidxanê jî berxwedaneke mezin raber dikin. Hat zanîn ku artêşa Iraqê hêzeke mezin veguhest navçeya Sinûnê û hewl dide li ser vê rêyê bikeve Şengalê.    ÊRIŞÎ DIBISTANÊ KIRIN   Êrişên artêşa Iraqê tenê bi Sinûnê re bisînor neman. Di heman demê de artêşa Iraqê li bajaroka Dugurê jî hêzeke mezin bi cih kiriye. Pevçûnên li vê herêmê bi dijwarî berdewam dikin. Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê li vê derê bi tankan êrişî dibistanekê kir û di encama êrişê de dibistan hilweşiya.