Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn 2022-05-02 12:21:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Şer û pevçûnên di navbera Asayîşa Êzidxanê û artêşa Iraqê ku dixwest bikeve navçeya Sinûnê de dijwar bûn.    Hêzên artêşa Iraqê duh di saetên êvarê de xwestin bikevin navçeya Sinûn a Şengalê. Li ser vê yekê hêzên Asayîşa Êzidxanê, YBŞ/YJŞ’ê mudaxale kir û nehêla ku artêşa Iraqê bikeve navçeyê. Bi vê yekê re li herêmê şer dest pêk kir. Pevçûn heta demekî berdewam kirin û piştre jî bi vekişîna artêşa Iraqê re sekinîn. Lê artêşa Iraqê îro di saetên sibehê de sewqiyateke mezin li Şengal û sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih kir.   Piştî ku artêşa Iraqê dest bi êrişan kirî jî li herêmê şerekî dijwar dest pê kir. Hat zanîn ku artêşa Iraqê hewl dide ji herêma Tirbikayê bikeve Sinûnê û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.   LIV Û TEVGERA HELÎKOPTERAN   Her wiha li navenda Şengalê û li navçeyên Dugur, Sinûnê, Xanesor, Medîban û gelek herêmên din jî liv û tevgereke zêde ya helîkopteran heye.