Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike 2022-05-02 10:38:46   RIHA – Gula Reş ku tenê li Xelfetiyê bi rengê reş vedibe, di saetên zû yên serê sibehê de pelên xwe vedike û bi xemla xwe mirovan sermest dike.    Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku navên “Bajarê aram” û “Bihûşta veşarî” lê hatine kirin, bi cureya gulên reş ve mirovan sermest dike. Gula ku reng û bêhna xwe ji xakê digire, bi hatina biharê re êdî kulîlkên xwe vekir.   Gulên Reş a navçeya ku mizgeft, Keleha Rûm û avahiyên wê yên keviran ji ber Bendava Bêrecûkê di bin avê de ma ne û weke bajarê “Noqbûyî” tê pênasekirin, bi saetên serê sibehê re pelên xwe yên reşik vedike. Her ku ro lê dide jî rengê gulan diguhere carnan bi rengê qedîfe û carnan jî vediguherin rengên xemrî û sor. Ji ber vê taybetiya xwe jî Gula Reş, di şeveqa serê sibehê de tê çinîn.    SALÊ 2 CARAN DERDIKEVIN   Gula Reş, di şert û mercên avhewaya Xelfetiyê ku weke “Mîkro-klîma” tê binavkirin de çêdibe û tenê li vê erdnîgariyê bi rengê reş vedibin. Yek ji taybetiyên herî girîng a Gula Reş jî ew e ku dema derxistin derveyî Xelfetiyê, rengê xwe winda dike.    Gula Reş, di demên berê de li xwezayê ber xwe ve şîn dibû lê niha li çendek serayan û baxçeyan tên çandin. Sale du caran di mehên nîsan-gulan û di mehên cotmeh û mijdarê de şîn dibin. Guleke wisa xweşike ku her demsalê geştiyar tên û dixwazin bibînin. Di heman demê de Gula Reş di gelek beşên endustriyê de jî tê bikaranîn.    Hilberîner piştî ku têrî xweşika gulê bûn, ji bistika wê dikin û li benda hişkbûna wê disekinin. Piştî hişk bû jî ji ewil pelên wê jê dikin û dikin parfum, gulav, hapseya Gula Reş, sicûq, xweşav, rîçal, loqme, çîkolata yan jî berhemên çayê.    GIHAYEKÎ NARÎN E    Ji şêniyên Taxa Ank a Xelfetiyê Hamdiye Goktaş ku li baxçeyê xwe Gula Reş diçîne, diyar kir ku Gula Reş dema li Xelfetiyê hate derxistin rengê wê vedimire û wiha got: “Ji gulavê heta dohn, Gula Reş di çêkirina gelek tiştan de tê bikaranîn. Lê sexbêrkirina wê jî gelek zehmet e. Gihayekî gelek narîn e. Çawa ku sexbêra mirovekî dikî, hewceye tu ewqas bi wê re jî eleqedar bibî. Ji berê heta niha her tim li derdorên xwezayî şîn dibû. Lê niha li baxçe û serayan şîn dibe. Di mehên nîsan û gulanê de derdikevin. Piştre jî tê kesaxtin. Ji avdanê heta kesaxtinê gelek tişt hene ku mirov bike. Ji bo sexbêrkirinê hewcehî bi demê heye. Heke hûn ji sexbêrkirina gihayan hez bikin, wê demê çandiniya wan bo we zehmet nayê. Ya girîng ew e ku hûn jê hez bikin.”   BÊHNEKE WÊ YA CUDA HEYE   Huseyîn Akşen jî ev 15 sal in li Seraya Teşhîrê ya Huseyîn Karagul, Gula Reş diçîne. Akşen, got ku tenê di demsalên bihar û payîzê de rengê gulan reş dibe. Akşen, destnîşan kir ku rengê reş ê gulan sedema xwe şert û mercên hewayê ne û wiha domand: “Şitlên Gula Reş dibin cihên cuda lê bi rengê reş şîn nabin. Gelemperî bi rengê qedîfeyê derdikevin. Tenê li vir bi rengê reş vedibin. Ev gul hem ji hewayê germ û hem jî yê sar hez dike. Divê saetên serê sibê yên zû de bên çinîn. Nexwe rengê wê diguhere.”    Bi domdarî Akşen da zanîn ku di mehên nîsan-gulan û cotmeh-mijdarê de derdora 2 tonên pelên Gula Reş berhev dike û wiha got: “Di demsalên salê de derdora 2 tonên pelan berhev dikim. Nîviya wan hişk dikim û dikim rêçal û gulav. Nîviya wan jî tê firotin. Kesên ku dikirin, ji wan pelan bêhneke taybet çêdikin. Hilberîneke parfûman heye ku ji derveyî welat tê û ew dikire. Bi qasî ku min bihîstiye, şîşeyekê parfûmê bi 100 Sterlînan difiroşin. Bêhneke wê ya pir cuda û taybet heye. Ji îsal ve êdî tê cemidandin jî.”    Me bandora Bendava Bêrecûkê ya li ser Gula Reş ji Hîndekarê Fakûlteya Zîraetê ya Zanîngeha Harranê Doçent Doktor Alî Riza Ozturkmen pirsî. Ozturkmen, diyark ir ku qada golê ji ber ku hatiye îstimlqakirin, qada Gula Reş hatiye tengkirin lê agahiyeke şênber li ber destê wan nîne bê ka guherîna avhewayê bandorekî li gulê dike yan na.    MA / Ceylan Şahînlî