Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir 2022-05-02 09:37:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê şevê din xwest Şengalê dorpêç bike û êrişî hêzên parastina Şengalê kirin. Li ser bersivdayîna şervanên YBŞ/YJŞ’ê jî li Sinûnê pevçûn derketin û şerê li herêmê hêjta berdewam e.   Hinek hêzên girêdayî artêşa Iraqê duh di saetên êvarê de hewl dan navendên Asayîşa Ezidxanê û hêzên YBŞ/YJŞ’ê dorpêç bikin. Li ser vê yekê, di navbera her du hêzan de pevçûneke dem kurt derket. Li gorî nûçeya Rojnewsê, hêzên artêşa Iraqê piştî pevçûnê xwe ji herêmê vekişandin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku hêzên artêşa Iraqê berê xwe dan navçeyên Sinûn, Dîgur û Xanesor ên Şengalê.    Artêşa Iraqê karwaneke wesayîtên bi zirx ku ji 25 wesayîtan pêk dihat û tank û çekên giran jî di nav de bûn, derbasî Medêban û sînorê Şengal-Rojava kir. Di danê sibehê de jî hewl da bihêzeke mezin bikeve Sinûnê. Li ser vê yekê jî hêzên parastinê yên Şengalê destwerdana rewşê kir û pevçûn derketin. Hat zanîn ku pevçûnên li herêmê berdewam in.    Hat zanîn ku artêşa Iraqê bi zorê hewl dide ji milê Tirbika ve derbasî Sinûnê bibe û şerê ji ber vê hewldanê li herêmê derketî jî berdewam e. Hêzên Asayîşa Êzidxanê û şervanên YBŞ-YJŞ’ê bersiva êrişan didin.