Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da 2022-05-02 09:03:09   ÎZMÎR - Ji damezirînerên Meclisa Dayikên Aştiyê Îne Akgun, di çalakiyên li dijî şer de tim li refên pêş bû. Xizmên Akgunê behsa wê kirin û wiha gotin: "Hemû jiyana wê têkoşîn bû. Tu carî negot ax û serî netewand."    Îne Akgun ku li Îzmîrê bi salan li dijî şer ji bo aştiyê têkoşiya, di 28'ê Nîsanê de di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Akgunê li dû xwe mîrateyeke mişt têkoşîn hişt.    Akgun, li gundê Fafe yê navçeya Mahsertê ya Mêrdînê hatiye dinê û li vir mezin bûye. Di sala 1973'yan de bi xizmê xwe Necîp Akgun re zewiciye. Piştî wextekê ji ber rewşa aborî tevî malbata xwe koçî navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê kiriye. Hevjînê wê di sala 1992'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Bûcayê. Akgun 13 rojan di îşkenceyê de maye û paşê 12 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîne. Du salan di Girtîgeha Bûcayê de maye û paşê ew şandine Girtîgeha Çankiriyê û Aydinê. Akgun ji ber îşkenceyê bi nexweşîna pençeşêrê ya pişikê ketiye û di sala 1999'an de di Girtîgeha Aydinê de jiyana xwe ji dest daye.    Îne Akgun piştî hevjînê wê tê girtin li ku çalakiyek û binpêkirineke mafan hebûye berê xwe daye wir û di refên pêş de cihê xwe girtiye. Di sala 1999'an de bûye yek ji damezrînerên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê. Di bin banê vê înîsyatîfê de têkoşiyaye û bûye yek ji sembolên têkoşîna aştiyê. Her wiha li dijî şer çûye bajarên herêmê û li sînor tevli çalakiyên mertalên zindî bûye. Akgun ku zarokên wê tune ne, di 77 salên jiyana xwe de bi tena serê xwe li ser pêyan maye û ji bo welatekî bê şer û bê tahde tim li ber xwe daye. Di hevpeyvneke xwe ya sala 2015'an de diyar kiriye ku heya sax be dê bitêkoşi û gotiye: "Ez nikarim li malê rûnêm. Li ku çalakiyek hebe dixwazim ewilî ez li wir bim. Têkoşîn min bi ruh û can dike."    Xwişka wê, hevrêya wê û xwarzîka wê behsa wê kirin.    JIYANEKE TIM BI TÊKOŞÎN   Sevîm Sokmen, diyar kir ku jiyana xwişka wê mişt têkoşîn bûye û piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye hîn bêtir daxilî nava têkoşînê bûye. Sokmen, destnîşan kir ku 4 salên dawî ji ber nexweşînê xwişka wê nikaribûye bi awayekî çalak tev li çalakiyan bibe û ji ber vê tim li ber ketiye. Sokmen wiha domand: "Pir ji hevrêyên xwe hez dikir. Li ku derê çalakiyek hebûna dixwest bi hevrêyên xwe re biçûne tevli çalakiyê bûbûna. Jiyana xwişka min bi zor û zehmetî, bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû. A ku xwişka min li ser pêyan dihişt têkoşîn bû."    'HEBÛNA WÊ EM BIHÊZ DIKIRIN'   Hevrêya wê Behiye Yalçin jî anî ziman ku dayika Îne gava nexweş bû jî dihat tev li çalakî û daxuyaniyan dibû û wiha berdewam kir: "Ji ber ku nexweş me nedixwest were, lê tim digot 'Gava têm cem we û daxilî nava têkoşînê dibim nexweşîna xwe ji bîr dikim. Ez bi têkoşînê rihet dibim.' Jiyana wê hemû têkoşîn bû. Li ku derê serê malbatekê, serê dayikekê biêşiya Dayika Îne li wir bû. Hevlatiya wê hevaltiyeke pir xweş bû. Hevrê bû. Ez tevî wê li Dersim, Amed, li herêma Şirnexê li dijî polîtîkayên şer tevli çalakiyên konan, mertalên zindî bûm û me nobed girt. Pêşengek bû. Hebûna wê û jiyana wê em bihêztir dikirin."    JINA HERÎ BIHÊZ BÛ   Xwarzîka wê Berfîn Okmen (26) jî ji bo xaltîka xwe got: "Jina herî bihêz a cîhanê bû." Okmen, bilêv kir ku Dayika Îne jineke ku divê mirov wê mînak bigire û wiha qedand: "Zarokatiya min li cem wê derbas bû. Ez li cem wê mezin bûm. Gava diçû girtîgehê pê re bûm, gava diçû çalakiyan ez pê re bûm. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî rojekê be jî negot ax û serî netewand. Di warê aborî de jî zehmetî kişandin. Lê terzîtî dikir û bi destkariyê debara xwe dikir. Xaltîka min li dijî zehmetiyan liberxwedayînê rê min da. Li dû xwe têkoşîn hişt. Tu carî dev jê berneda. Mîrateya ku ji me re hişt ji her tiştî girîngtir e. Tim digot, 'Zarokên min tune ne, lê zarokên Kurdistanê hemû zarokên min in.' Ew dayika me hemûyan bû."    MA / Semra Tûran- Delal Akyuz