Amedsporê play-offê mîsoger kir 2022-05-01 17:28:47   AMED – Amedsporê li qada Akhîsar Belediyesporê, Akhîsarê 2-1 têk bir û play-offê mîsoger kir.    Amedspor ku di Koma Spî ya Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TTF) de dilîze, di hefteya 37'an a lîgê de bû mêvanê Akhîsar Belediyesporê. Amedsporê, li qada Akhîsar Belediyesporê, bi golên Kûtay Yokûşlû û Mervan Çelîk Akhîsar Belediyesporê 2-1 têk bir û play-offê mîsoger kir.    Lîstik li Stadyûma Spor Toto ya Akhîsarê hat lîstin. Di vê lîstika ku hem ji bo Amedsporê hem jî ji bo Akhîsar Belediyesporê girîng de, her du tîman heta dawiyê li ber xwe dan ji bo serketinê.    Di nîveka ewil de her du tîm jî çend caran nêzî golê bûn, lê gol çênebûn.    Di nîveka dudoyan de Akhîsar Belediyesporê ji bo ji Koma Spî nekeve zor da xwe û di deqeya 59'an de bi gola Recep Kûtan 1-0 ket pêşiyê. Piştî gola Kûtan Amedsporê jî ji bo play-offê mîsoger bike zor da xwe û di deqeya 75'an de bi gola Kûtay Yokûşlû lîstik kir 1-1. Piştî gola Yokûşlû Amedsporê hîn bêtir zor da Akhîsar Belediyesporê û di deqeya 90+3'yan de bi gola Mervan Çelîk ket pêşiyê.    Lîstik bi 1-2 bi dawî bû.    Bi vî awayî Amedsporê pûanê xwe kir 56 û di rêza dudoyan de ma. Akhîsar Belediyespor jî bi vê têkçûnê ji Koma Spî ket.    Hefteya bê dê Amedspor bi Pendîksporê re bilîzê.