Kûday: Dawî li êrişan bînin 2022-05-01 16:35:58   MÊRDÎN - Hevserokê HDP'a Mêrdînê Salîh Kûday ku serdana goristanan kir, xwest ku êrişên li dijî Herêma Kurdistanê bên bidawîkirin.    Rêxistinên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyên Mêrdînê, ji ber Cejna Remezanê bi MEBYA-DER'ê re serdana goristanên li bajar kirin. Parlamenter û Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay jî tev li serdana goristanan bû. Li navçeya Artûklûyê, li ser Goristana Bêkesan a Kamor ku cenazeyên kesên dema qedexeyên derketina derve jiyana xwe ji dest dane û radestî malbatên wan nehatine kirin lê hatine veşartin û goristanên Yalim û Trafoyê ku kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji det dane li wan hatin veşartin, dia hatin kirin.   Hevserokê HDP'a Mêrdînê Salîh Kûday axaftinek kirç. Kuday, diyar kir ku dixwazin dawî li şewitandina kezebên dayika bê anîn û got ku eleqeya êrişên Tirkiyeyê bi mirovahiyê re tunene. Kûday, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê û bang kir ku êrişê demildest rawestin. Kûday, destnîşan kir ku baweriya kesî bi desthilatê nemaye û got ku ji bo aştî bê Rojhilata Navîn û bêtir dilê dayian neyê şewitandin divê dawî li şer bê.    Serdanan goristana piştî diakirinê bi dawî bû.