Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin 2022-05-01 12:36:14   AMED - Leyla Taş ku polîsan li Amedê bi ser mala wê de girtibûn û çekê kiribûn serê wê, diyar kir ku polîsan 60 hezar TL pere û zêrên wan dizîne û ji wan pirsa, 'Çi karê ewqas pere li vê malê heye?' kirine.    Di 28'ê nîsanê de li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, polîsan bi ser mala Leyla Taş de girtin. Polîsan derê mala Taş şikandibûn û li mala wê lêgerîn pêk anîbûn. Taş, tiştên polîsan bi serê wan de anîbûn qeyd kir û li ser hesabên medya sanal parve kir. Taş, di dîmenê ku parve kir de bi gotina "Çek kirin serê me, pere û zêrên me dizîn" bertek nîşan dabû.    Leyla Taş û Bediha Taş, derbarê serdegirtin û binçavkirinê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    DERÎ ŞIKANDIN   Taş, diyar kir ku polîsan bavê wê Mevlut Taş û birayên wê Ensarî, Ferhat û Mazlûm Taş binçav kirine û derbarê serdegirtina mala wan de ev agahî dan: "Di 5 îlonê 2021'an de qeyûmê Şeradariya Yenîşehîrê dest danî ser tezgaha birayê min Ensarî. Ensarî jî ev qebûl nekir û bertek nîşan da. Dozgerî ji bo berteka wî lêpirsîn da destpêkirin. Ji ber vê lêpirsîn bi ser mala me de girtin. Wexta paşîvê bi ser malê de girtin û deriyên mal û axura me şikandin. Bi solên xwe ketin hundir. Ji bo birayê min Ensar hatibûn, ew avêtin erdê û lêdan. Xwişka min û dayika min ji tirsê wan ketin erdê. Em hemû li malê li erdê dirêj kirin, çek xistin serê me. Mal ser û bin kirin û ketin hemû odeyan. Li malê dergûş hebû, heta sibehê  ji tirsa giriya. Dîwarên me şikandin odêyên me li hev xistin û ji paşîvê heta nîvro çêr û zilmeke giran li me kirin.”   'ME GOT QEY BIRAYÊ MIN KUŞTIN'   Di berdewama axaftina xwe de Taş, destnîşan kir ku her yek ji wan xistine odeyekê û wiha got: "Li ser serê me bi çekan sekinîn û gefa kuştinê xwarin. Ensar ji mal derxistin û derî bi ser me de girtin. Me got qey birayê min kuştin. Li derva li birayê min dan. Ji me re gotin, 'heke hûn gavek bavêjin em ê we bikujin'. Di lêgerînê de dest danîn ser zêrên me û bi qasî 60 hezar TL pereyê me. Pereyê me hê jî li cem wan e. Te digot qey ji bo talanê hatibûn. Pirsa  pereyê me dikirin û digotin, 'ev pere çi digere li vê malê'. Em pazarcî ne. Ji ber vê timik pere li malê heye. Em dixwazin ku ev zilma li ser birayê min bi dawî bibe û were berdan. Pereyê ku me bi keda xwe kom kiriye bila bidin.”   ‘EM KIRIN HEDEF’   Piştî Taş dayika wê Bedîha Taş jî axivî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Zilma tirkan her tim li ser zarokên min e. Dema borî zilamê min jî 7 salan di zindanê de mabû. Min zarokên xwe bi hêsîrî û feqîri mezin kir. Niha hevjînê min berdane, bi zarokên min re mijûl dibin. Her sal bi ser mala me de digirin. Ev 4-5 car e derê me dişikînin. Em kirine hedef û ji me re dibêjin terorîst. Em dibêjin êdî me rehet bihêlin, bes e ewqas zext, bila zarokê min berdin."