Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin 2022-05-01 08:16:31   COLEMÊRG - Li Colemêrgê, bi hezaran ciwan, çawişên pispor ku xwestin serkeftina Trabzonsporê pîroz bikin, bi dirûşme û tilîliyan şermezar kirin.   Di Lîga Super a Spor Totoyê de tîma Behra Reş Trabzonspor bi serket û bû şampiyon. Piştî serkeftina Trabzonsporê alîgirên wê li seranserê Tirkiyeyê daketin kolanan û pîrozbahî kirin. Rexmî qedeya çalakiyan a Walîtiya Coelmêrgê jî komeke çawişên pispor li bajar alên Trabzonsporê bi wesayîtên xwe ve daliqandin û xwestin li navenda bajar pirozbahî bikin. Bi hezaran ciwanan li dijî vê hewldanan çawişên pispor derketin û bi meşeke girseyî wan şermezar kirin.    Ciwanan, di meşa xwe ya ku li nava bajar li dar xistin de dirûşmên “Şampiyon Amedspor” û “Bijî Amedspor” berz kirin. Di nav demeke kurt de polisan ciwanan dorpêç kir. Bi hezaran kesî li dijî dorpêça polisan dirûşmeya "Zext nikarin me bitirsînin" berz kirin. Ji ber vê dijderketina wan çawişên pispor heqaret li ciwanan kirin. Ciwanan jî weke bertek bi şûşe, kevir û pêçan bersiv dan çawişan û xesar dan wesayîtên wan ên alên Trabzonsporê bi wan ve.