Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da 2022-04-30 16:42:39   ÊLIH - Jinan li Êlihê bertek nîşanî di mehekê de ku 6 jin rastî tundiyê hatin û du jin hatine kuştin dan û gotin ew ê tundiyê qebûl nekin.    Meclisa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî tundiya li ser jinan di demên dawî de li Êlihê zêde bûye li Parka Ataturkê daxuyanî da. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.    BANGA BERFIREHKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulistan Sonuk daxuyanî xwend û bal kişand ser tundî û kuştina jinan ên di demên dawî de li Êlihê zêde bûne û zîhniyeta zilam a serwer hêzê ji rejîma yek zilam digire û hemû qadên jiyanê yên jinan veguherandine qadên tundiyê. Sonuk bi bîr xist ku di mehek dawî de tundî li 6 jinan hatiye kirin û du jin ji van jiyana xwe ji dest dane. Sonuk xwest têkoşîna li dijî tundî û kuştina jinan bê berfirehkirin û divê jin mil bidin milê hev.    DÊ BÊDENG NEMÎNIN    Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî axivî û destnîşan kir ku her roj tundiya li ser jinan zêde dibe û ew ê li dijî tundiyê û kuştinê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe mezintir bikin.