Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan 2022-04-30 15:45:57   STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku êdî girtiyê nexweş Siddik Guler ê rewşa wî giran êdî hatiye wê astê nikare biaxive û xwest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê wek her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 527’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û pankarta “Bila girtiyê nexweş Siddik Guler bê berdan” hat vekirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê tê ragirtin.     Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û diyar kir ku li gorî rapora aktûel a navenda komeleya wan eşkere kir 651 jê girtiyên nexweş ê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û girtîgeh bûne navendên binpêkirina mafan û neheqiyê. Yolerî da zanîn ku girtî bi piştevaniya malbatên xwe dijîn û mafê tenduristiya girtiyan tê binpêkirin û divê pirsgirêka tenduristiyê û tevahiya pirsgirêkên girtiyan tavilê were çareserkirin.    ‘ÊDÎ NIKARE BIAXIVE’    Yolerî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Siddik Guler ku di sala 1994’an de hatiye girtin û niha ew 82 salî ye û bi gelek nexweşiyan re rûbirû maye û ew li ser sendelyeyê bi tekerîk dijî. Yolerî got ji ber ku Guler nikare li xwe binêre bi alîkariya hevalên xwe dijî. Yolerî anî ziman ku kurê Guler di 6’ê nîsanê de hevdîtina vekirî pê re pêk aniye û kurê wî diyar kir ku êdî bavê wî ketiye rewşa ku nikare biaxive û nexweşiyên wî lê giran bûne û her wiha ketiye wê astê ku êdî kesan jî nas nake. Yolerî xwest rayedar di mijara girtiyên nexweş de bi hestiyar tevbigerin û berpirsiyariya xwe bicih bînin û Siddik Guler û hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.