Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e 2022-04-30 15:22:47 AMED - Îstinafê, ji bo 10 sal cezayê ku bi hinceta tevlîbûna enazeyê gerîllayan û çalakiyan li Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas hatibû birîn, tespîta "tevlîbûna cenaze û çalakiyan ne sûc e" û cezayê ku lê hatibû birîn xera kir.   Dadgeha Edliyeya Herêma ya Amedê, 10 sal cezayê ku bi hinceta tevlîbûna enazeyê gerîllayan û çalakiyan li Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas hatibû birîn xera kir. Duyemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma ya Amedê, diyar kir ku ji bo bi tena serê xwe tevlîbûna cenaze û çalakiyan nabe sûcê "endamtiya rêxistinê" û tespît kir ku ji bo vê divê "talîmata rêxistinê" hebe. Dadgehê, ji bo 10 sal cezayê ku li Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas hatibû birîn, tespîta "tevlîbûna cenaze û çalakiyan ne sûc e" û cezayê ku li Almas hatibû birîn, xera kir.   Dadgehê, diyar kir ku dilsozîbûna rêxistinê û serokê wê, hebandina armanc, nirx û bîrdoziya rêxistinê, xwendin û li cem xwe girtina weşanên rêxistinê bi tena serê xwe ji bo endamtiya rêxistinê ne ne bes in.   Dadgehê, rexmî biryara xwe ya xerakirina cezayê Almas jî îtîraza ku ji bo girtina wê hatibû kirin bi hinceta ku gumana bihêz a sûc li ser heye red kir.    Biryara hatiye dayîn wê bandor li hemû dozên ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li MEBYA-DER'ê hatine vekirin bike.