Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye 2022-04-30 11:09:15   DÎLOK - Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku 7 girtiyan li dijî binpêkirinên mafan li Girtîgeha Islahiyê dane destpêkirin, di roja 25’emîn de didome.    Li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê ya Dîlokê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li dijî binpêkirinên mafan, girtiyên bi navê Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yê ji rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye, di roja 25'emîn de berdewam dike. Reşît Dayan û Ûgûr Uyar jî pişt re tevli bûbûn û çalakiya wan di roja 20’emîn de, Umît Ozen jî pişt re tevli grevê bûbû û ya wî jî di roja 17’emîn de berdewam dike.    Binpêkirinên mafan ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dan û ji wan re ragihandin wiha ne: “Di ketina girtîgehê de bi darê zorê bi awayekî tazî li ser me geriyan. Di hejmarên rojane de hejmara ser pêyan û bi pergala leşkerî li me te ferzkirin. Di hatin û çûyîna cihên axaftina bi telefonê de bi meşa leşkerî me didin meşandin. Dema em hejmara rojane weke pergala leşkerî pêk neanî rastî tundiya fîzîkî tên. Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha em lê tên ragirin ji girtîgehên din zêdetir in.”    Serokê Şaxa ÎHD'a Dîlokê Sînan Taştekîn ê serdana girtiyan kiribû jî diyar kiribû ku xwurekên pêwîst ên weke şekir, xwê û lîmonê nadin girtiyan û ji ber vê yekê çalakî weke “rojiya mirinê” berdewam dike. Parêzerên ku endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Mêrsînê jî duh serdana girtiyên ku çalakiya xwe didomînin kirin. Parêzeran, dan zanîn ku girtiyan diyar kiriye ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.