Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin 2022-04-30 10:24:46 STENBOL - Jinan diyar kirin ku şerê dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin li dijî azadiya jinan, kurdan, sosyalîstan û bindestan e û bang kirin ku li dijî şer li hemû Tirkiyeyê dengekî hevpar were derxistin.   Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Êriş li gelek deveran tên şermezarkirin. Rêxistinên jinan jî bertek nîşanî şerê niha didome dan. Nûnerên rêxistinên jinan ên li Stenbolê diyar kirin ku şer herî zêde bandorê li jinan û zarokan dike û destnîşan kir ku ji bo şer raweste û aştî pêk were ne tenê jinên kurd girîng e ku hemû Tirkiye dengekî hevpar derxîne.    Ji Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel êrişên berfireh ên desthilata AKP’ê û MHP’ê li ser axa Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin weke “dagirkerî” û xwe xelaskirina desthilatê bi nav kir. Tukel, bi lêv kir ku Tirkiye hewl dide li ser hêrsa ku di vê pêvajoya qeyrana mezin dibe û xizaniyê de derketiye holê binixumîne û got: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya faşîst weke berê li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd bilindkirina şer hilbijart. Di vî şerî dagirkeriyê de bi hêzên emperyalîst re, bi PDK’ê re û bi muxalefeta li Tirkiyeyê di nav pergalê de hate gelhev. Xala ku li ser hev kirin jî bû dijberiya Tevgera Azadiya Kurd û gerîla.”   ‘BERÊ XWE DAN SOSYALÎSTAN’   Tukel, anî ziman ku Komara Tirkiyeyê ji roja ewil heta niha li ser axa Kurdistanê dagirker û mêtînger e û wiha berdewam kir: “Bi van êrişan armanc dikin ku têkiliya hêzên herêmên parastina medyayê û hêzên din ên Kurdistanê qût bikin û Tevgera Azadiyê bifetisînin. Piştî êrişên li ser Tevgera Azadiyê ji nişka ve berê xwe da hêzên şoreşger, çepgir û sosyalîst ên li Tirkiyeyê. Em vê yekê hem ji cezayên li Doza Geziyê hatine birîn û hem jî ji êrişên li ser sosyalîstan dibînin.”   XETA BERXWEDANA GELAN ARMANC E   Tukel, da zanîn ku di 8’ê Adar û Newrozê de xeta berxwedan û têkoşîna jinan, gelê kurd û gelên bindest hate dîtin û got: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo ku hêviya serkeftinê ya gelan û hişmendiya şoreşger a yekbûyî ya gelan, hêrsa bilind a tevgera femînîst ji holê rabike, ev rê hilbijart.”   ‘DIVÊ EM DENGEKÎ HEVPAR DERXÎNIN’   Tukel, destnîşan kir ku şer herî zêde bandorê li jinan û zarokan dike û bi lêv kir ku ev êriş ewilî jinan hedef digirin. Tukel, bal kişand ku li ser Tevgera Jinan a Kurd polîtîkayeke şer a taybet tê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di êrişên beriya niha hatin kirin de laşên gerilayên jin hatin îşkencekirin. Îro jî li girtîgehan îşkenceya li ser jinan zêde dibe. Weke perçeyekî Tevgera Jinan a Femînîst divê li dijî vî şerî ne tenê li Kurdistanê li hemû Tirkiyeyê bi Tevgera Jinan a Kurd re li rex hev bisekinin. Li dijî polîtîkayên dagirkerî û metîngeriyê divê jin li bingeke hevpar de dengekî hevpar derxînin. Rêya qezençkirina jinan û rawestandin şer di yekbûna dengê jinan re derbas dibe. Paşerojê jî ceribandin û têk çûn. Îro jî ev êriş wê saya têkoşîna jinan û hêzên yekgirtî wê têk biçin.”   Ji Komeleya Jinan a Kirk Yama Kubra Derîn jî bi lêv kir ku AKP demekî dirêje ji bo meşrûiyeta civakî xwe bi polîtîkayên şer ve girêdide û got: “Deshilat ji bo ji nû ve ‘meşrûiyeta xwe’ bi dest bixe derdorê amade dike. Em dikarin bibêjin êrişên niha hatine destpêkirin perçeyekî vê yekê ne. Armanc dikin ku bi rêya şer û zextan ji vê qeyrana heyî derkeve.”   ‘TUNDÎ JI NÛ VE TÊ AFIRANDIN’   Derîn, destnîşan kir ku ji hemû jinan herî zêde jin û zarok bandor dibin û wiha berdewam kir: “Şer tê wateya xizanî, birçîtî û ji cihê xwe bûne. Ev di heman demê de bêbawerî û bêpêşerojî ye. Tevî vê yekê dibe sedemê ku jin rastî tacîz û tundiya zayendî bibin. Li ser laşê jinê tundiya mêr û zayendî ji nû ve tê afirandin.”   AZADÎ Û AŞTÎ   Derîn, da zanîn ku Tevgera Jinan a Kurd ji bo aştî pêk were demekî dirêj e têdikoş e û wiha pê de çû: “Heta ku aştî pêk neyê azadiya me ne pêkane. Polîtîkayên şer êrişa ser hemû mafên dînamîkên civakî û jiyana wan e. Bi taybetî di demên dawî de li ser jinên siyasetmedarên kurd êriş çêdibin. Weke Aysel Tûglûk jinên siyasetmedarên kurd li girtîgehan tên ragirtin. Girtina Mucella Yapici û Çîgdem Mater a ji Doza Geziyê jî encama van polîtîkayên şer e. Polîtîkayên şer li pêş jiyana azad a me hemûyan asteng e.”   ‘EM JI BO AŞTIYÊ LI KOLANAN IN’   Derîn, diyar kir ku di salên dawî de bi jinên çepgir, sosyalîst û femînîst re di mijara aştiyê de hevkariyek ava kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji bo vê li kolanan in û em mecbûr in her tim gotina aştiyê bêjin û belav bikin. Ji bo aştî pêk were polîtîkayên demokratîk hewce ne.”   MA / Esra Solîn Dal