‘Barzanî bûye birakê Erdogan' 2022-04-30 09:03:52 STENBOL - Xizmên girtiyan diyar kirin ku PDK bi hevkariya xwe ya bi Serokkomarê AKP'î Erdogan re "bêbextiyê" li kurdan dike û gotin: "Me digot qey Barzanî birayê me ye, lê meger ew bûye birakê Erdogan."  Şerê ku Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de bi tevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li Zap, Avaşîn û Metînayê daye destpêkirin bênavber didome. Bi vê re her diçe bertekên li dijî havkeariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê û êrişên Tirkiyeyê jî zêdetir dibin.   Xizmên girtiyan ên ji bo xizmên xwe yên girtî Nobeda Edaletê digirin jî bertek nîşan dan û gotin, Barzanî bêbextiyê li kurdan dike.  ‘BARZANÎ BÛ BIRAKÊ ERDOGAN'   Ji xizmên girtiyan Fînce Akman, destnîşan kir ku Barzanî "bêbextiyê" li kurdan dike û "benikê" Barzanî di destê Serokkomarê AKP'î Erdogan de ye. Akman got: "Erdogan, Barzanî li dû xwe dikişîne. Em, ger êm bin, Barzanî jî ê li pê xwarinê ye. Erdogan, dawiya Barzanî û kefenê wî hazir dike. Dewleta tirk, Barzanî bi kar tîne. Me digot qey Barzanî birayê me ye, meger ew bûye birakê Erdogan. Malbata Barzanî doza çi li kurdan dike? Têkiliya di navbera wî û Erdogan de çi ye?"    ‘JI KURDBÛNA XWE JÎ FEDÎ NAKE'   Akman, destnîşan kir ku Barzanî bi AKP'ê re hereket dike û got: "Kurdan dike hedef û ji wan re dibêje, 'herin wan bikujin.' Îro çawa kurd dimirin, sibê bi heman hawayî dê dawiya Barzanî jî bê. Bila Barzanî guhê xwe baş veke; hezar sal derbas bibin jî, heya dawiya dinyayê neyê, dê dawiya kurdan neyê. Ên Barzanî li ser wî meqamî dihêlin kurd in. Barzanî divê ji malbatên şehîdan şerm bike, lê ji kurdbûna xw efedî nake. Malê dinyayê hêç e. Ji bo mirovan şeref û hurmet biqîmettir e. Ev dinya fanî ye, qet nebe mirov bi awayekî serfireh û bişeref bimire."    ‘BILA BARZANÎ JI DAYIKAN FEDÎ BIKE'   Akman, bibîr xist ku Şêx Seîd û Seyîd Riza ji ber ku doza heqê kurdan kirine hatine daliqandin û heya niha bi hezaran kesên doza mafê kurdan kirine hatine daliqandin. Akman got: "Ev ji ber ku wan doza heqê kurdan kir û gotin em kurd in, hatin kirin. Barzanî ji ber ku qels e, pişta xwe disipêre desthilatê. Bila Barzanî ji dayikên şehîdan şerm bike."    ‘DIVÊ KURDA RABIN SER PÊYAN'   Cemîle Karakaş jî destnîşan kir ku ji bo mirov nemirin divê Barzanî û Erdogan dev ji vî şerî berdin. Karakaş got: "Em naxwazin şer hebe û zarokên me bimirin. Êdî divê ev xwîn bê sekinandin. Kurd divê li ber Berzanî rabin. Barzanî niha li kurdan dixe. Em vî tiştî qethieyn qebûl nakin. Kurd hemû divê rabin ser pêyan li dijî vî şerî."    TÊKOŞÎN   Kûmrû Akgul jî ku got "PDK doza çi li kurdan dike?" anî ziman ku Barzanî jî kurd e, lewma divê li dijî kurdan şer neke. Akgul got: "Em ji ber vî şerê ku PDK û AKP bi hev re dane destpêkirin, fedî dikin. Barzanî, kincên eskerên tirk li eskerên xwe dike û wan dişîne ser zarokên me. Ma qey Barzanî fedî nake ku radibe bi Tirkiyeyê re artêşê dişîne ser kurdan? Barzanî ne li cem kurdan e, mixabin û sed bixabin. Ez wî şermezar dikim. Berxwedan jiyan e. Em ê heya dawiyê şer bikin."