Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin 2022-04-29 16:57:42   EDENE - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari ku di çalakiya ku qurbaniyên Komkujiya Dersimê hatin bîranîn de axivî, bang li desthilatê kir ku bi komkujiyan re hevrû be.    Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Edeneyê û Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Dêrsimiyên Edeneyê ji ber salvegera Komkujiya Dêrsimê di komeleya alîkariyê de çalakiya bîranînê li dar xist. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.    Serokê Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Dêrsimiyên Edeneyê Yilmaz Zeroglû yê di bîranînê de axivî diyar kir ku di Komkujiya Dêrsimê de di navbera 60 û 70 hezar mirov hatine qetilkirin û wiha got: “Hişmendiya ku duh Komkujiya Koçgirî, Dêrsim, Zîlan, Agirî pêkanî, îro jî Komkujiyên Sêwas, Meletî, Mereş, Çorûm, Gezî, Pirsûs û Enqereyê kirine. Ji bo ku di welatekî hevpar de di nava aştiyê de bijîn divê cudatî weke hemwelatiyên wekhev û azad werin qebûlkirin. Avahiya civakî nikare li ser yekperestiyê were avakirin. Hişmendiya neteweyî ku bi rêyên nedemokratîk hatiye avakirin, weke duh tiştên îro jî diqewimin sedemê bingehîn ên kaos û qeyranê ne. Me komkujiya Dêrsimê ji bîr nekir, em nadin ji bîr kirin.”   ‘BI KOMKUJIYAN RE HEVRÛ BIN’   Parlamenter Tulay Hatîmogûllari jî qûrbaniyên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn û diyar kir ku Komkujiya Dêrsimê di dîroka Tirkiyeyê de birîneke mezin e û bal kişand ku zextên li ser elewiyan zêde bûne. Hatîmogûllari bang li desthilatê kir ku bi komkujiyan re hevrû be.    Bîranîn bi belavkirina lokmeyan bi dawî bû.