Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû 2022-04-29 15:18:45   STENBOL - Li fabrîqek boyax û vernîkê ya li Sîteya Pîşesaziya Tûzlayê teqîn çêbû. Hat ragihandin di teqînê de 3 kes mirin e.    Li fabrîqeyek boyax û vernîkê ya li Sîteya Pîşesaziya Tûzlayê ya Stenbolê ji ber sedemek hêj nayê zanîn teqîn çêbû û şewat derket. Gelek tîmên agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxileya tîmên agirkujiyê şewat hat vemirandin. Qeymeqamê Tûzlayê Alî Akşa ragihand ku di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.