Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn 2022-04-29 14:02:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Dêrsim û Erziromê daxuyanî hatin dayîn û êrişên li ser axa Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li bajarên Dêrsimê û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê li dijî şer nerazîbûn hat nîşandan.    DÊRSIM    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li Kuçeya Hunerê daxuyanî da û şerê li ser axa başûr şermezar kir. Hevserokê HDP’a Dêrsimê Ferhat Yildiz beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku îktidara AKP’ê carek din welat kişand nava şer û ew ê jî li dijî şer aştiyê biparêzin.    Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz li ser navê Platformê daxuyanî xwend û anî ziman ku êrişên li dijî axa başûrê Kurdistanê tên kirin li dijî destkeftiyên gelê kurd in û wê gelê kurd di vî şerî de dê bi ser bikeve û dê ew ê her tim li dijî şer têbikoşin.    ERZIROM    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Erziromê jî li ber avahiya daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî şer da. Hevserokê HDP’a Erziromê Muammer Duman daxuyanî xwend û anî ziman ku hemû aborî û çavkaniya welat ji bo polîtîkayên şer ên AKP’ê tên xerckirin. Duman destnîşan kir ku di bingeha hemû krîzan de pirsgirêka kurd heye û ev îktidara AKP’ê ya ku şer bi rê ve dibe, nijadperestiyê dike di nava hesabek şaş û xapandinekê de ye. Duman got AKP ku daxwazên gel nabîne wê di hilbijartinê de hesab bide gel.