‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’ 2022-04-29 09:10:38 RIHA - Rêveberê Navenda DBP’ê Salih Mevalî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk tên da û got: “Wê dîrok xiyaneta malbata Barzanî binivîsîne."  Êrişên Tirkiyeyê ya di 23'yê Nîsana 2021'an de li dijî axa Başûrê Kurdistanê dabû hê neqediyane, vê carê Tirkiyeyê bi piştevaniya PDK’ê dest bi êrişek ango şerek berfireh kir. Şerê di 17’ê Nîsanê de hat destpêkirin li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ji hewayî û bejahiyê ve didome.    Berteka şexsiyet, partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd a li dijî şer her ku diçe zêdetir dibe. Endamê Meclisa Partiyê (MP) ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salih Mevalî û Hevserokê DBP’a Dîlokê Tahir Altûg bertek nîşanî şer dan û xwestin malbata Barzanî dest ji piştevaniyaşer berde.    'WÊ KURD VÊ QEBÛL NEKIN'    Salih Mevalî anî ziman ku piştgiriya malbata Barzanî a ji bo a Tirkiyeyê diyar e û wiha got: "Malbata Barzanî di hundirê vî şerî de cih digire. Ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes viya dizane. Çûyîn û hatina wan a Enqerê vê dide nîşan. Dewleta Tirkiyeyê jibo karê xwe wan bi kar tîne. Derketine derewan dikin û dibêjin ‘em ji bo xelkê sîvîl biparêzin li herêmê ne’. Tiştek wiha tine ye. Berê me ji Mesûd Barzanî re digot kek Mesûd Barzanî, me bi çavekî mezin lê dinêrî. Lê êdî em nikarin bêjin kek Mesûd. Dîmenek wisa çêbûye ku berê bi navê Federasyon dihat bilêvkirin êdî tenê bi navê malbata Barzanî herêm tê binavkirin. Ji bo berjewendiyên xwe destê xwe kiriye xwîna gelê kurd. Gelê kurd wê ti carî vê yekê qebûl neke.”    'WÊ DÎROK XIYANETÊ BINIVÎSÎNE’   Mevalî bi bîr xist ku Mesûd Barzanî gotibû 'Êdî birakujî çênabe' û axaftina xwe berdewam kir: "Gelek cara ceribandin her car rûreş derketin. Cîhan bi berxwedana Şengalê dizane û dîrok nivîsand. Dema Barzanî çû cem fermandarê berxwedanê em kêyfxweş bûn. Hema ji wê şûn ve şikandinek mezin di gelê kurd de çêbû. Ew ê ku destê wî bikeve xwîna gelê kurd dê ji aliyê gel ve bê şermezarkirin û wê dîrok viya binivîsîne. Ew deverên di bin êrişan de çiyayên Kurdistanê ne û her kurd dikare xwe bispêre stargeha wan deveran. Wê kurd her dem li wir hebin. Bost bi bost xwîna keç û xortên kurdan li wir hatiye rijandin. Tu kes nikare wan ji wê derê derbixe. Dibe ku bedelêkî giran were dayîn lê yê rûreş derkeve wê bibe malbata Barzanî."   YEKITIYA NETEWEYΠ   Mevalî daxuyaniyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ên ji bo yekitiya neteweyî ya kurd bi bîr xistin û div ê derbarê de jî wiha got: "Dema parêzeren birêz Ocalan diçin cem wî yekitiya kurdan pêşniyaz dikir. Çend pêşketin jî çêbûn lê ev pêşketin ji aliyê malbata Barzanî ve hat xetimandin. Malbata Barzanî zirarek mezin dide gelê kurd. Em di hêla leşkerî de difikirin lê Başûr di hêla aborî de têk çûye. Ev jî ji rûyê malbata Barzanî pêk tê. Ji ber polîtîkayên wan şaş krîzek mezin çêbûye. Divê xelkê başûr xwe li hember vê malbatê bi rêxistin bike û da ku destê xwe ji herikîna xwîna kurdan vekişînin. Divê gavên demokratîk bên avêtin. Dawiya xiyanetê nîne. Dema ew êriş bigîhîjin armanca xwe wê dor were ser wan jî. Dema referandûma serxwebûna Başûr çêbû herî berteka tund Tirkiyeyê nîşan dabû. Hêjî hişê wan nehatiye serê wan.”    'DIVÊ GELÊ BAŞÛR DESTÛRA ŞER NEDE’    Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Dîlokê Tahir Altûg jî anî ziman ku êriş tenê ne li dijî axa Başûr pêk tên li hemberî hemû kurdan pêk tên û wiha got: "Ew şerê qirêj bi salan e berdewam dike. Bila tu kes nebe şirîkê vî şerê qirêj. Îro Barzanî ketiya bin zihniyeta AKP’ê. Rojava, Şengal dîtin. Çawa gelê kurd hate qetilkirin, dîtin. Ev êriş berdewaiya êrişên Helebceyê ne. Gelê Başûr bila vê zîhniyetê têk bibe.”    'DIXWAZIN BI ŞER ÎKTIDARA XWE DEWAM BIKIN’    Altûg da zanîn ku armanca hevkariya êrişên Tirkiyeyê derxistina şerê navxweyî ango kurd-kurd e û got: “Bila tu kes şerê birakujiyê qebûl neke. Em naxwazin şerê kurd kurd biqewime. Îro iktidara AKP’ê bi vî şerê qirêj dixwaze xwe li ser pêyan bigire. Aborî çima hatiye vî halî? Êdî ev îktidar bi şerê qirêj nikare li ser pêyan bimîne. Gel her tiştî êdî dibîne. Şêr berdewam dike, wê gel bêtir feqîr bibe."