Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in 2022-04-29 09:10:35 RIHA - Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî qetilkirina sê ferdên malbata Şenyaşar axivî û got: “Yên ku ji qetlîamê re nebûn asteng û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in.”  Ji parêzerên Malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî doza malbatê ji ajansa me re axivî. Ozbîngol diyar kir ku 4 sal in dosyeya malbatê bi biryara “veşarî-nepentiyê” tê parastin. Ozgîngol anî ziman ku di 22’yê nîsanê de hin faîl hatin binçavkirin û cara ewil e di dosyeyê de gavek şênber hatiye avêtin û got: “Tevî ku em aliyê mexdûr in jî 4 sal bûn bi me re tu belge û agahî nehatine parvekirin. Ji bo me ya girîng ew e ku di vê dosyeyê de edalet were dabînkirin. Ji roja ewil ve delîl ji holê hatin rakirin. Îdiaya me ew bû ku derfetên raya giştî hatine bikaranîn û ev êriş pêk hatiye Bi binçavkirinên dawî û bi îfadeyan re îdiayên me piştrast bû. Şexsên ku hatin girtin diyar kirin ku ew bi rayedaran re tevgeriyan e û ev yek jî îdiaya me piştrast dike.”    ‘RASTIYEK XETERNAK E’    Ozbîngol bi bîr xist ku roja qetlîam hat kirin wezîr, walî, rayedar û polîs li nexweşxaneyê bûne û wiha got: “Rastiyek xeternak heye. Bi awayekî pêşî li vê bûyerê nehat girtin û ji bo pêkanîna êrişan derfet hatine dabînkirin. Em wisa difikirin ku di êrişê ango qetlîamê de xemsariyek mezin a personelên cemaweriyê û polîsan heye. Ew berpirsiyar in. Polîsan pêşî li êrişan negirtiye Çavê xwe lê girtine û êrişek ku nehatiye astengkirin pêk hatiye. Qeydên kameraya nexweşxaneyê hatine windakirin. Bi zanebûn dîmen hatin dizîn. Yên ku pêşî li qetlîamê negirtin û temaşeyî qetlîamê kirin û yên ku dîmenan dizîn şirîkê vî sûcî ne. Em bi rastiyek xeternak re rûbirû ne.”    ‘DI HEMAN DEMÊ DE ÊRIŞ LI DIJÎ NEXWEŞXANEYÊ PÊK HATIYE’    Ozbîngol anî ziman ku êrişa li nexweşxaneyê pêk hat tenê ne li dijî ferdên malbatê pêk hatiye di heman demê de êrişek li dijî saziya cemaweriyê pêk hatiye. Ozbîngol diyar kir ku di êrişê de ambulans ku xizmeta cemaweriyê dike jî rastî êrişê hatiye û kêliya ku personelên tenduristiyê di hundirê ambulansê de bûne êriş pêk hatiye. Ozbîngol destnîşan kir ku di dosyeya dozê de hêj “biryara nepeniyê” tê parastin û dema dosye bê vekirin divê sazî û dezgeh daxilî dozê bibin. Ozbîngol bang li raya giştî û sazî û dezgehan kir ku xwedî li Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar derkevin da ku rastî bên eşkerekirin.    MA / Emrullah Acar