'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’ 2022-04-29 09:10:08 COLEMÊRG - Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin diyar kir ku qeyûm du eraziyên şaredariyê firotiye alîgiran û mal û milkê şaredariyê tê talankirin.  Şaredariya Geverê ya di bin rêveberiya qeyûm de di hefteya bihûrî de sê parsel erdên aydê şaredariyê ku bi nirx in bi rêya îhaleyê derxist ber firotinê. Îhale li avahiya şaredariyê hat kirin û ji van sê parelan du parsel firotin alîgirên AKP’ê û parsela din jî firotina wê bi rêya dadgehê hat rawestandin. Her du parsel bi 16 milyon TL hat firotin û tê gotin ku ev her du parsel jî erzan hatine firotin.    'SEXTEKARÎ HEYE’    Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin diyar kir ku qeyûm erdên aydê şaredariyê difiroşe alîgran û qeyûm di heman demê de di ewraqan de sextekariyê dike.    ‘MAL Û MILK TÊ TALANKIRIN’    Sari polîtîkayên qeyûman rexne kir û wiha got: “Qeyûm ji bo talanê bikin hatine wezîfedarkirin. Qeyûm şaredariyê di bin deynan de hiştiye. Deynên qeyûm Geverê 50 sal xistiye bin îpotekê. Qeyûm tevahiya mal û milkê şaredariyê ku siberoja xelkê navçeyê ye firotiye û derxistiye ber firotinê. Qeyûm Geverê veguherandiye qada rantê. Mal û milkên aydê şaredariyê ku bi destê qeyûm tê firotin jî pêşkêşî alîgirên AKP’ê tê kirin. Ev mal û milk erzan tên firotin. Bi van pereyan pêdiviya şaredariyê û xelkê navçeyê dikare were dabînkirin. Lê dixin xizmeta alîgiran. Şaredarî tê talankirin.”