‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’ 2022-04-29 09:03:12 WAN - Rêvebera OHD’a Wanê Leyla Kaplan diyar kir ku girtî her roj bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin û ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin divê xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin.  Li girtîgehan bi binpêkirina mafan re mirinên bi guman jî zêde dibin. Li gorî dane û raporên Komeleya Mafê Mirovan herî kêm 605 girtiyên rewşa wan giran e nexweş hene û bi giştî hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê Leyla Kaplan binpêkirina mafê girtiyan nirxand.    TECRÎD JI ÎRMALIYÊ DEST PÊ KIR    Kaplan destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavî tevahiya girtîgehan bûye û ev rewşa li girtiyan tê sepandin sûc û îşkence ye. Kaplan anî ziman çawa polîtîkaya zext û îşkence û binpêkirina mafên girtiyan bi ser neket dê dîsa ev polîtîkaya zextan û îşkenceya li girtiyan bi kêrî tu tiştekî neyê. Kaplan diyar kir ku girtî her roj bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin û ji bo ev rewş bi dawî bibe lazim e raya giştî xwedî li girtiyan derkeve û piştevaniya malbatên girtiyan ku Nobeda Edaletê didomînin bikin.